Îsraîl li hemberî Hizbullahê pergala ‘hişê çêkirî’ bi kar tîne

Li gorî nûçeya Los Abgeles Timesê, Îsraîl li gel pergalên hişê çêkirî yên daneyên telefonan, kamera, drone û analîzên medyaya dijîtal dike yek endamên Hizbullahê dişopîne û li hemberî wan êrîşan pêk tîne.

Li gorî nûçeya Rojnameya Los Angeles ku navenda wê li DYE’yê ye, Îsraîl di demên dawîn de di operasyonên di dijî endamên Hizbullahê de pergalên şopandin û armancgirtinê yên hişê çêkirî bi kar tîne.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Îsraîl bi taybetî piştî êrîşên cîhaza ragihandinê  (pager) ya di sala 2024’an de ji bo şopandina kadroyên Hizbullahê toreke çavdêriyê ya berfireh a daneyên telefonan, kamerayên ewlehiyê, kamerayên trafîkê, sînyalên wifiyê, dîmenên droneyan û hesabên medyaya dijîtal analîz dike, ava kiriye.

‘TU DIXWAZÎ BI TENA SERÊ XWE BIMIRÎ?’

Li gorî nûçeya berbehs, kesê bi navê Ahmad Turmus ê 62 salî  ku tê diyarkirin  têkiliya wî li gel Hizbullahê heye, di meha Sibatê de ji rayedarekî leşkerî yê Îsraîlê telefonekê distîne. Li gorî gotinên malbata kesê berbehs li ser telefonê pirseke weke ‘’Tu dixwazî li gel yên derdora xwe yan bi tena serê xwe bimirî?’ lê hatiye kirin.

Hate diyarkirin ku Ahmad Turmus piştî demeke kurt di encama êrîşeke li ser wesayita wî de jiyana xwe ji dest daye.

Pisporekî ku ji rojnameyê re axiviye û navê wç nehatiye eşkerekirin got ku Îsraîl bi rêya droneyan pergala naskirina rûyê kesan dixe dewrê, tespîta plakaya wesayîtan û şopandina sînyala telefonan  dike.

Her wiha di nûçeyê de hate îfadekirin ku li gel pergalên IMSI’yê yên bi navê ‘’stringray’’ xwe bi stasyonên sexte yên şebeyê ve girê didin û bi vî awayî kes tên şopandin.

ÎDÎAYA PALANTIR Û ANALÎZA DANEYAN

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku daneyên ku tên berhevkirin bi rêya nivîsbariyên ku ji aliyê şîrketên weke Palantirê ve hatine pêşxistin tên analîzkirin. Hate îfadekirin ku bi taybetî jî pergala bi navê ‘’Maven’’ çavkaniyên daneyên cuda dike yek û torên têkiliyên kesan û tevgerên wan yên rojane tomar dike.

Hate destnîşankirin ku li gorî daxuyaniya rayedarekî leşkerî yê Îsraîlê pergalê beriya niha analîzên ku bi hefteyan tên amadekirin di nava çend xulekan de dike.

HIŞYARIYA ‘HEDEFA ŞAŞ’

Pisporan diyar kirin ku dibe ev pergalên berbehs xetayên mezin bikin.  Ji Enstituya Krîmînolojiyê ya Slovenyayê Vasja Badalic got ku hişê çêkirî dikare kesan bes weke qalibên ragihandinê û li gorî aktîvîteyên rojane veguherîne ‘’profîla gefê’’ û ev yek jî rîska diyarkirina hedefa şaş zêde dike.

Generalê berê yê Libnanî Munir Şehadeh jî got ku Îsraîl bi salan e binesaziya ragihandinê û orên daneyan ên Libnanê bi dest xistine û diyar kir ku ev yek şopandina kadroyên Hizbullahê hêsan dike.

Li gorî Los Angeles Timesê Hizbullah di demên dawîn de berê xwe daye avaniyên hucreyan ên biçûktir, rê û rêbazên ragihandinê yên ewletir bi kar tîne û hewl dide li hemberî pergalên çavdêriya hişê çêkirî yên Îsraîlê tedbîran bistîne.