Îsraîl: Em ê heta dawiyê li Libnan, Sûriye û Xezeyê bimînin!
Tevî peyamana di navbera DYE û Îranê de hatî ragihandin jî, Îsraîlê diyar kir ku ew ê ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venekişin.
Tevî peyamana di navbera DYE û Îranê de hatî ragihandin jî, Îsraîlê diyar kir ku ew ê ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venekişin.
Tevî peymana di navbera DYE û Îranê de ji bo bidawîkirina pevçûnên li Rojhilata Navîn, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz, ragihand ku artêşa Îsraîlê dê li Libnan, Sûriye û Xezeyê bimîne.
Katz, diyar kir ku ev polîtîka dê ji bo misogerkirina ewlehiya sînor û parastina wargehên Îsraîlê were parastin. Katz, her wiha Îranê hişyar kir û da xuyakirin ku Îsraîl dê bi "hemû hêza xwe" bersivê bide her êrîşekê.
GANTZ: VEKIŞÎN NAYÊ QEBÛLKIRIN
Wezîrê Parastinê yê berê Benny Gantz, li dijî sînordarkirina azadiya tevgera Îsraîlê li Lubnanê derket.
Gantz, got ku peymana bi Îranê re xuya dike ku xeletiyek stratejîk e ku dikare ji bo Îsraîlê pirsgirêkên siyasî, leşkerî û qanûnî yên demdirêj biafirîne.
BEN GVIR: ŞERTÊN PEYMANÊ ME GIRÊ NADIN
Wezîrê Ewlekariya Neteweyî yê rastgir Itamar Ben Gvir, jî rexne li peymana di navbera DYE û Îranê de kir.
Ben Gvir got, "Em ne aliyek vê peymanê ne û şertên wê me girê nadin", û îdia kir ku peyman ewlehiya Îsraîlê misoger nake.
Ben Gvir, got ku divê Hizbullah bi tevahî bêbandor bibe û artêşa Îsraîlê ji deverên ku kontrol dike venekişe.