Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Îsraîl-DYE'yê bombe li Girtîgeha Evînê barand

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de beşek ji dîwarên Girtîgeha Evînê hilweşiya ye û li ser rewşa girtiyan ew nikarin agahiyan bi dest bixin.

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê ragihand ku vê sibehê DYE û Îsraîlê bi roketan Girtîgeha Evîn ya li Tehranê û derdora Zanîngeha Îmam Hisên bombebaran kir. Hat gotin ku di encama êrişê de beşek ji dîwarên girtîgehê hilweşiyane.

Di derbarê ziyanên êrişê de jî rêxistinê diyarkir ku heta niha ti agahiyek li ser hejmara qurbaniyên êrişê nehatiye belavkirin û vê yekê jî fikarên zêde li cem malbatên girtiyan çêkiriye.

Her wiha hatiye eşkerekirin ku ji roja destpêkê ya şer ve rewşa awarte li girtîgeha Evîn hatiye ragihandin, parêzvanên girtîgehê li cihê xwe nemane, deriyên girtîgehê girtî mane û girtî di rewşek zehmet û metirsîdar de dijîn.