Îranê piştî komkujiyê got, 'Rewş bi temamî hatiye kontrolkirin'

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî piştî xwepêşandanên dawiya hefteyê ku gelek kes hatin qetilkirin daxuyaniyek da û îdîa kir ku "Rewş bi temamî hatiye kontrolkirin."

Arakçî îdîa kir ku hişyariyên Serokê DYE'yê Donald Trump ên li ser Îranê "hêzên terorîst" ji bo êrişa li hemberî xwepêşandêran û hêzên ewlekariyê teşwîq dike. Arakçî got, "Li Îranê rewş bi temamî hatiye kontrolkirin."

Arakçî bal kişand ser daxuyaniyên Trump ku gotibû, eger di protestoyan de xwîn bê rijandin wê DYE karibe destwerdanê bike û îdîa kri ku ev gotin ji bo teşwîqkirina destwerdana derve ye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê diyar kir ku welatê wî ji muzakereyê re girtî nîne û got, "Em ji muzakereyan re amade ne; lê belê ev hevdîtin divê li ser bingeha hurmeta li hev, mafên wekhev û adil be."

IHR: BI SEDAN KES HATIN KUŞTIN

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Iran Human Rights (IHR) berevajî daxuyaniyên fermî ragihand ku bûyerên qewimîne komkujî ye. Li gorî rêxistinê li gorî agahiyên hîn nehatine piştrastkirin, di dema xwepêşandanan de herî kêm çend sed kes hatin kuştin. Li gorî hin çavkaniyan ev hejmar zêdeyî 2 hezar kesî ye. IHR'ê her wiha ragihand ku di çarçoveya çalakiyên şermezarikrinê de zêdeyî 2 hezar û 600 kes hatin binçavkirin.