Îranê mal û milkên 129 kesan desteser kir

Li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê bi rengekî derhiqûqî, mal û milkên 129 welatiyan hatin desteserkirin.

Serokê Giştî yê Dadgeha Urmiyeyê Nasir Etebatî di daxuyaniyek de eşkere kir ku wan biryara desteserkirina mal û milkên 129 kesên li parêzgeha Urmiyeyê daye. Kesên ku mal û milkên wan hatine desteserkirin bi dijberiya rejîma Îranê hatine tawanbarkirin.

Nasir Etebatî gefa berdewambûna cezayan li aliyên muxalîfên rejîmê xwar.

Di daxuyaniyê de ti agahiyek li ser nasnameya kesên ku mal û milkên wan hatine desteserkirin, nehat eşkerekirin.

Îran bi tometa “sîxurî” û “dijberiya dewletê” milkên muxalifan desteser dike. Ev jî weke amûrekî ji bo bêdengkirina dengên nerazî tê dîtin.

Tê diyarkirin ku rejîma Îranê her ku diçe zextên xwe li ser beşên muxalîf zêdetir dike û bi van rêbazên yasayî hewl dide çalakiyên xwe rewa nîşan bide.