Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bakeyî di civîna çapemeniyê ya heftane de got, "Yekane tişta ku Îran dixwaze mafên xwe yên rewa ye."
Bakeyî got, rêveberiya Tehranê dixwaze şerê li herêmê bi taybetî jî yê li Lubnanê bi dawî bibe, dorpêça Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li ser bendergehên Îranê bê rakirin û "mal û milkên gelê Îranê ku bi salan e bi rengekî neheq hatiye cemidandin bê berdan."
TRUMP: BI TEMAMÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN
Serokê DYE'yê Donald Trump jî bi gotinên tund bersiva Îranê rexne kir.
Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social ji bo bersiva Îranê ya li pêşniyarê got, "Bi temamî ne ya qebûlkirinê ye." Trump her wiha got, "Îran 47 sal in DYE'yê û cîhanê mijûl dike."
CIVÎNA NÛ YA JI BO HURMUZÊ
Li aliyê din hate ragihandin ku wezîrên parastinê yên Qraliyeta Yekbûyî û Fransayê wê malovaniyê ji civîneke online ya bi wan welatan re bikin ku amade ne tevkariyê ji ewlekariya Tengava Hurmuzê re bikin.
Rêveberiya Londonê diyar kir ku di civînê de wê "tevkariyên leşkerî" yên gengaz ên ji bo mîsyona ewlekariyê bê nirxandin.
ÎRANÊ HIŞYARÎ DA FRANSA Û ÎNGILISTANÊ
Rêveberiya Tehranê jî diyar kir ku eger Fransa û Îngilîstan leşkerên xwe li Tengava Hurmuzê bi cih bikin wê artêşa wan "Bi biryar û bi lez" bersivê bide.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî îdîa kir ku Fransa ti carî nefikirî ku leşkerên xwe li herêmê bi cih bike.
TRUMP PLAN DIKE KU ZEXTÊ LI ŞÎ CÎNPÎNG BIKE
Li gorî rayedarekî DYE'yê Donald Trump wê vê hefteyê di serdana Çînê de mijara Îranê bixe rojeva hevdîtina bi Şî Cînpîng re.
Tê gotin, Rêveberiya Washingtonê plan dike ku zextê li Pekînê bike ku yek ji hevalbendên girîng ên Tehranê ye.
NETANYAHU: ŞER HÎN NEQEDIYA YE
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî ji qenala CBS a DYE'yî re axivî û îdîa kir ku şerê li hemberî Îranê hîn neqediya ye.
Netanyahu got, "Gelek hedef hate bicihanîn, lê belê şer bi dawî nebûye. Derxistina stokên ûranyûma dewlemendkirî ya li Îranê û jihevxistina hin tesîsên nukleerî divê bêne kirin."