Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Îranê bazirganiya xurekê sekinand

Hikumeta Îranê bazirganiya xurek û çandiniyê ya ber bi derveyî welat ve qedexe kir. Jİ bilî Başmakê deriyên sînor hemû li bazirganiyê hatin girtin.

Li gorî nûçeyên medya Îranê, hikumeta Îranê bi biryarnameyeke fermî bazirganiya hemû cûre madeyên xurek û çandiniyê ya ji bo derveyî welat qedexe kir.

Hate ragihandin ku ev biryar ji bo garantîkirina pêwîstiyên bingehîn ên gelê Îranê ya ji nava bazara navxweyî hatiye wergirtin.

Li aliyê din, hate ragihandin ku ji bilî Başmakê hemû deriyên sînor ên Îranê li bazirganiyê hatine girtin.

Li Deriyê Sînor ê Başmakê jî liv û tevgera bazirganiyê ji sedî 50 kêm bû û tê payin ku ev derî jî di rojên pêş de bi temamî bê girtin.