Îran: Welatên ku pêkanîn ferz kirine, wê li Hurmuzê rû bi rûyê zehmetiyan bimînin

Artêşa Îranê ragihand ku welatên ku pêkanînên DYE’yê li hemberî Îranê ferz kirine, wê di dema derbasbûna li Hurmuzê de rû bi rûyê pirsgirêkan bimînin. Tehranê diyar kir ku hemû keştiyên di tengavê re derbas bibin, divê bi Îranê re koordînasyonê çêbikin.

Artêşa Îranê li dijî pêkanînên nû yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi rêya Tengava Hurmuzê peyameke tund da. Rayedarê leşkerî Muhammed Akraminia yê ji ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê re axivî û ragihand ku wan ji bo derbasbûna li tengavê, “sererastkirinên nû yên ewlehî û hiqûqî” xistine meriyetê.

Akraminia got, “Êdî her keştiya ku bixwaze di Tengava Hurmuzê re derbas bibe, divê bi me re koordînasyonê çêbike.”

Rayedarê Îranê îdîa kir ku ev yek wê avantajên aborî, ewlehî û siyasî çêbike û bi eşkere gef li welatên ku tevlî pêkanînên DYE’yê bûne, xwar.

Rayedarê leşkerî got, “Welatên ku li kêleka DYE’yê li dijî Komara Îslamê ya Îranê pêkanîn ferz kirine, wê di dema derbasbûna Tengava Hurmuzê de rû bi rûyê zehmetiyan bimînin.”