Hate ragihandin ku dema Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî li Tehranê bi hemtayê xwe yê Tirkiyeyî Hakan Fîdan re civiya, li ser çêkirina xeta trênê li hev hat.
Îran ji bo ku rewşa xwe ya erdnîgarî veguherîne derfetên aborî, projeyên binesaziyê yên bi welatên cînar re lez dike. Di vê çarçoveyê de, rêveberiya Tehranê par rêgeha xeta trênê ya Merend-Çeşmeh Soraya ya ku heta sînorê Tirkiyeyê dirêj dibe, pejirandibû.
Tê plankirin ku ev xet ku nêzîkî 200 kîlometre dirêj be û lêçûna wê 1.6 milyar dolar be, ji Merendê li bakurê rojavayê Îranê dest pê bike û bigihîje Çeşmeh Soraya li ser sînorê Tirkiyeyê, û ji wir jî bi aliyê Tirkiyeyê yê li Aralıkê ve were girêdan. Armanc ew e ku proje di nav 3-4 salan de biqede.
Her du welatan jî tekezî li ser girîngiya stratejîk a vê xetê ji bo herêmê kirin û daxwaz kirin ku astengiyên li pêş bazirganî û veberhênanan werin rakirin. Wezîrê Veguhestinê yê Îranê Farzaneh Sadegh diyar kir ku xeta navborî dê xebata bê navber a tora trênê ya ku ji Çînê heta Ewropayê dirêj dibe, misoger bike.
Tê gotin ku ev proje bi însiyatîfa "Kember û Rê" (Rêya Hevrişîmê ya Nû) ya Çînê re, ku ji sala 2013'an ve tê meşandin, jî lihevhatî ye.