Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Îran hêzeke zêde li Rojhilatê Kurdistanê bi cih dike

Li gorî agahiyan, Muxafizên Şoreşê yên Îranê hêzeke zêde li Rojhilatê Kurdistanê bi cih kiriye.

Êrişên Îsraîl û Emerîkayê yên li ser Îranê di roja çaremîn de dewam dikin. Gelek navendên leşkerî, baregehên Muxafizên Şoreşê, navendên ser bi Wezareta Îstîxbaratê, navendên polîsan, hêzên Muxafizên Sînor, navendeke edlî bûn hedefa fuze û balafirên şer.

Êrişên Îsraîl û Emerîkayê li bajarên Dîwandere, Pîranşar, Merîwan, Nexede, Sine, Urmiye, Îlam, Kirmaşan, Serawle, Seqiz ên Rojhilatê Kurdistanê jî belav bûn. Hate ragihandin ku li hemberî hêzên Muxafizên Sînor ên li Rojhilatê Kurdistanê êriş hatiye kirin.

Li gorî agahiyan Muxafizên Şoreşê yên Îranê hêzeke zêde ya bejahî li bajarên sînor ên li Rojhilatê Kurdistanê bi cih kirine. Li bajarên Serdeşt, Pîranşar û Şino hêza leşkerî li mizgeft û dibistanan hate bicihkirin.

Tê gotin, Muxafizên Şoreşê, hêzên ewlekariyê û malbatên wan ji ber êrişên hewayî malên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê terikandine.

Hatiye gotin ku ziyanên herî zêde yên leşkerî li bajarên Kirmaşan, Urmiye û Sineyê hatine tomarkirin. Hat diyarkirin ku li gel navendên leşkerî çend cihekî sivîlan jî bûne hedefa êrişan. Heta niha amarek fermî li ser hejmara qurbaniyan nehatiye belavkirin.