Îran: Artêşa me li dijî her cûre karên neqanûnî amade ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî diyar kir ku artêşa wan li dijî her cûre karên neqanûnî û awarte amade ye û anî ziman ku danûstandinên wan ên bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) dewam dikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku leşkerên wan ji bo hemû tevgerên ne yasayî û awarte amadene û got; “Têkiliyên me yên bi Ajansa Enerjiya Atomî ya Navnetewî re jî dewam dikin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî da zanîn ku leşkerên wan ji bo hemû tevgerên ne yasayî û awarte amadene.

Îsmaîl da zanîn ku di heman demê de peywendiyên wan yên bi Ajansa Enerjiya Atomî ya Navnetewî re jî dewam dikin.

Di dewamê de Îsmaîl Beqayî got; “Bê guman danûstandinên me yên bi Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî re, li ser bingeha qanûna ku ji aliyê parlamentoyê ve hatî pejirandine.”