Îdîaya NYT’ê: DYE û Îsraîlê plan kirin ku Ahmedînecad bikin serokê Îranê
Li gorî çapemeniya Emerîkayê, Îsraîl û DYE di rojên ewil ên şerê li gel Îranê de li ser senaryoyeke ku Serokkomarê Îranê yê berê Mahmud Ahmadînecad bikin serokê Îranê xebitîne.
Li gorî çapemeniya Emerîkayê, Îsraîl û DYE di rojên ewil ên şerê li gel Îranê de li ser senaryoyeke ku Serokkomarê Îranê yê berê Mahmud Ahmadînecad bikin serokê Îranê xebitîne.
Li gorî nûçeya New York Timesê (NYT) ku xwe dispêre rayedarên Emerîkî, rêveberiyên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi armanca guherandina rejîma Îranê planeke balkêş amade kirine. Di nûçeya berbehs de hate îdîakirin ku aliyan nirxandiye ku ew piştî şerê li gel Îranê Serokkomarê Îranê yê berê Mahmud Ahmadînecad bikin serokê Îranê.
Li gorî îdîayê, di rojên ewil ên şerî de di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser rayedarên pilebilind ên li Tehranê de serokê olî yê Îranê û gelek rayedarên pilebilind hatin kuştin. Di vê pêvajoyê de Serokê DYE’yê Donald Trump jî di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku dewrstandina rêveberiya Îranê ya ji aliyê ‘’kesekî ji hundir’’ ve wê baş be.
Di nûçeyê de hate diyarkirin ku kesê ku Washington û Tel Avîv ji bo vê rolê li ser biryar dane, Mahmud Ahmedînecad bûye. Her wiha hate îdîakirin ku Mahmud Ahmedînnecad têkildarî vê yekê ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve bi awayekî nerasterast hatiye agahdarkirin jî.
Li gorî rayedarên Emerîkî û çavkaniyeke nêzî Mahmud Ahmedînecad, Serokkomarê berê yê Îranê di roja ewil a şerî de di encama êrîşeke Îsraîlê ya li ser mala wî ya li Tehranê de birîndar bûye. Hate îdîakirin ku armanca êrîşa berbehs ew bûye ku Mahmud Ahmedînecad ji hepsa malê derkeve.
Hate ragihandin ku her çend Mahmud Ahmedînecad ji vê êrîşê bi saxî rizgar bûye jî piştî vê bûyerê baweriya xwe ya têkildarî guherîna rejîmê winda kiriye. Li gorî nûçeyê, bi vî awayî hewla DYE û Îsraîlê ya avakirina rêveberiya alternatîf a Îranê di nava demeke kurt de têk çûye.
Têkildarî îdîayên berbehs ne ji aliyê Washingtonê ve ne jî ji aliyê Tel Avîvê ve daxayanî nehatin dayîn. Her wiha rêveberiya Îranê jî têkildarî nûçeyê daxuyaniyek nedaye.