Ji roja pêncemê ve êrişên Emerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê didomin. Îro gelek caran baregeh û navendên leşkerî yên dewleta Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî hatin bombebarankirin.
Hat zanîn ku di êrişên bi rêya balafirên şer û mûşekan de, avahiyên rejîmê yên li Tehranê, Şîraz, Esfehan, Kirmaşan, Bane, Serdeşt, Urmiye, Qum, Zahîdan, Bender Ebas, Bendera Kong li Kerecê, Ciwanro, Seqiz û Meşhedê hatine bombebarankirin.
Li aliyê din hate ragihandin ku Mûhafizên Şoreşê li bajarê Merîwan û Hewramana Rojhilat hin baregehên xwe vale dike. Li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê jî hêzên mûhafizan bi cilûbergên sivîl li nava bajêr belav bûne, hewl didin tirsê di nava xelkê de çêkin.
Ji ber baregeh û avahiyên hêzên Îranê nêzî cihên niştecihbûnê ne, tê gotin ku di encama êrişan de gelek sivîl jî jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin. Lê heta niha hejmarek zelal a kuştî û birîndarên sivîl nehatiye belavkirin.