Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Êrîşên li ser Bexda, Hewlêr û Heşdî Şebî dewam dikin

Li Bexdayê bi şev dengê teqînên bihêz hatin bihîstin, li Hewlêrê jî bi dronên xwekuj êrîş hat kirin. Hêzên DYA’y jî li sînorê Nînowa baregehên Heşdî Şebî û mewziyên Hizbulahê yên Enbarê bombebaran kir.

Êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê di roja xwe ya 8’An de ye. Herêma Kurdistanê û bajarên cuda yên Iraqê jî dibin hedefa êrîşan.

Hate ragihandin bi dronekê êrişî Hewlêrê hate kirin û ji aliyê sîstema parastina esmanî ve hate têkbirin. Hêjayî bibîrxistinê ye di saetên êvarî de bi du dironan êrişî Hewlêrê hatibû kirin. Her du diron jî ji aliyê sîstema esmanî ve hatibû têkbirin.

Di saetên şeve de Amerîka baregehên Heşdî Şebî ya li sînorê Parêzgeha Nînowa û Hîzbûlah li Enbarê bombe kir.

Li gorî agahiyên hatin girtin, Amerîka Lîwaya 40 û Tabûra 33 ya Heşdî Şebî ya dikeve navçeya Kifrî ya ser bi Parêzgeha Nînowa bombe kiriye.

Şandeya Ragihandina Ewlekariyê ragihand ku di encama êrişê de kesek miriye û 3 jî birîndar bûne.
Hêjayî bibîr xistinê ye di saetê êvarî de hêzên Amerîkayê baregehên Hîzbûlahê ya li Enbarê jî bombe kiribû. 

Her wiha di saettên şevê de li navenda Bexdayê dengê teqînên bihêz hate bihîstin.
Li aliyê din li Konsulxaneya Amerîka zenga agahdarkirinê lêda. Piştre sîstema parastinê ya esmanî kete dewreyê.