Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê didomin, agirbest jî ji bo 45 rojan hate dirêjkirin

Artêşa Îsraîlê êrîş bir ser bajarê Nebatiye yê li başûrê Lubananê û di encamê de 6 kes mirin, 22 kes birîndar bûn. DYE’yê jî ragihand ku agirbesta navbera aliyan, ji bo 45 rojan hate dirêjkirin.

Artêşa Îsraîlê Navenda Parastina Sivîl a li bajarê Nebatiye ya li başûrê Lubnanê hedef girt. Di êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 22 kes birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku Îsraîlê duh bi şev êrîş bir ser navendeke tenduristiyê ya li bajarokê Haruf a girêdayî Nebatiyeyê û di encamê de 3 jê wezîfedarên tenduristiyê, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes birîndar bûn.

Di nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNA’yê de, hate ragihandin ku êrîş li navenda tenduristiyê bûye sedema hilweşîneke mezin.

Li aliyê din, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE’yê Tommy Pigott li ser X’ê daxuyanî da û got, agirbesta ku 16’ê Nîsanê hatî îlankirin, wê 45 rojên din jî were dirêjkirin.