Êrîşa Îsraîlê ya li ser başûrê Beyrûtê: Herî kêm 3 kes mirin û 15 kes birîndar bûn
Di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên Îsraîlê yên li ser banliyoya başûrê Beyrûtê de, herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 15 kes birîndar bûn.
Di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên Îsraîlê yên li ser banliyoya başûrê Beyrûtê de, herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 15 kes birîndar bûn.
Di êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê li ser banliyoya başûr a paytexta Lubnan Beyrûtê de, herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa nûçe nûçeyan a fermî ya Lubnanê, êrîşê avahiyeke li Tava Gobeyrî hate kirin. Di êrîşa beyî hişyariyek pêşwext hat kirin de, du mûşek li avahiyê ketin. Di avahiya li ser rêyeke sereke ya qerebalix de, zirarekî mezin pêk hat.
Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Binjamin Netanyahu daxuyand ku ji bo bersivdana êrişên li dijî xaka Îsraîlê, artêşa Îsraîlê li başûrê Beyrûtê hedefên Hizbullahê kirine armanc.