Çeteyên DAÎŞ'ê avêtin ser gund: Serokê berê yê Encûmena Gund qetil kirin
Çeteyên DAÎŞ'ê doh bi şev avêtin ser gundê Bedir ê li başûrê Tikrîtê. Di encamê de serokê berê yê encûmena gund hate kuştin.
Çeteyên DAÎŞ'ê doh bi şev avêtin ser gundê Bedir ê li başûrê Tikrîtê. Di encamê de serokê berê yê encûmena gund hate kuştin.
Li gorî medya Iraqê doh bi şev çeteyên DAIŞ’ê li gundê Bedir ya dikeve Başûrê Tikrîtê, avêtine ser mala serokê berê yê Encûmena Gund.
Heman çavkaniyê ragihand ku di encamê de çeteyan serokê berê yê Encûmean Gund, Fexrî Ebasî di mala wê de qetilkirine.
Li gorî daxuyaniya walitiya Selahedînê jî, Fexrî Ebasî di encama êrişek terorî de hatiye kuştin û hate gotin; “Di sala 2021’an de çeteyan êrişî malbata Fexrî kiribû û hemû malbata wî qetilkiribûn. Tenê Fexrî wê demê ji êrişê rizgar bibû.”
Dema êrişê balkêş bû, di 10’ê vê mehê de hikumeta demborî ya Iraq û hêzên ewlekariyê bi boneya serkeftina dijî çeteyên DAIŞ’ê, gelek peyam weşandin. Lê bivê êrişê re tê dîtin ku hîn jî metirsiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Iraqê dewam dike.