ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Bi hezaran kes li Şehbayê li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Bi hezaran kesên li bajarê Şehba yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan, êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê protesto kirin. -
Êrîşî gundên Asûr û Siryanan tê kirin
Êrîşên li ser gundên Asûr û Siryanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. -
QSD: Di 24 saetan de êrîşên bejahî û esmanî dewam kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk di 24 saetên dawî de jî dewam kir û got: “Artêşa Tirk ketiye nava hewldanên berfirehkirina qadên dagir kirî.” -
Dewleta Tirk li Efrînê 6 sivîlên din revand
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê 5 jê jin 6 kesên sivîl revand. -
Li Til Temirê bomberdûman û talan
Hêzên dagirker ên Tirk gundên Til Temirê bomberdûman dikin û gundan talan dike. -
Li Dirbêsiyê kevir li dewriyeya Tirk û Rûs hate barandin
Dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê li Dirbêsiyê dewriyeke leşkerî gerandin. Gel bi keviran ev dewriye protesto kir. -
Dagirker li Til Temirê bombeyan li sivîlan dibarînin
Dewleta Tirk a dagirker bi giranî bombeyan li qadên sivîlan ên li Til Temirê dibarîne. Li gelek gund û gundikan şerekî giran diqewime. -
Ermenekî mexdûrê qirkirinê: Erdogan li pey pêşiyên xwe ye…
Ermenê bi navê Brahîm Mihemed Brahîm ê ku malbata wî ji Klîkyayê hatiye tehcîrkirin îro dîsa li ser rêya Til Temirê koç dike. Brahîm got ku “Berê Ermen qir kirin, piştre dor hate ser ên din.” -
Li Efrînê 227 sivîl hatin kuştin ku 32 ji wan zarok in
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, di nava sal û nîvekê de herî kêm 227 sivîl bi destê dewleta Tirk hatin qetilkirin. -
Dagirker êrişê dibin ser gundên Til Temirê
Hêzên Tirk ên dagirker sibeha Pêncşemê careke din êriş birin ser gundên Til Temirê. -
Li Serêkaniyê teqîneke mezin pêk hat: Herî kêm 15 dagirker mirin
Li Serêkaniyê, li devera ku koma çete ya Sûltan Mûrad a dewleta Tirk lê bû teqîneke mezin pêk hat. Hate ragihandin ku herî kêm 15 dagirker hatine kuştin. -
Şêniyên Dirbesiyê bazariya qirêj şermezar kirin
Şêniyên Dirbesiyê ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk daketin qadan û nerazîbûn nîşanî Serokê DYE'yê Trump da ku Serokkomarê Tirk ê ku sûcên şer kiriye û piştgiriyê dide DAÎŞ'ê kiriye mêvanê xwe. -
Gele Minbicê şehîdên xwe spartin axê
Şervanê QSD’ê Udey Îbrahîm El Hetref (Egîd Minbic) û şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xalid Îbrahîm El Xalid (Xalid El Hezawne) yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, bi merasîmekê spartin axê. -
Bi hezaran li Tebqa, Reqa û Minbicê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Bi hezanan xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê protestokirin. -
Xelêkê Rojava li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Bi hezaran kesên li Dêrik, Dirbêsiyê û Hesekê daketin qadan, li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewelata Tirk a li ser Rojava meşiyan. Li Heleb, Amûdê û Qamişlo jî ji bo şervanên di berxwedana li dijî dagirkeriyê de şehîd bûne merasîm hatin kirin. -
QSD: Êrîşên ji hewayî û bejahî didome
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoyek weşand û diyar kir ku di nava 24 saetên dawîn de êrîşên dagirker ên ji bejahî û hewayî didome. -
Dagirker êrişeke giran dibin ser gundên Asûrî-Suryaniyan
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êriş bir ser gundê Azîziye yê Til Temirê. Meclîsa Leşkerî ya Suryanî bersiv da êrişa dagirkeran û derb li panzereke dagirkeran xistin. -
Huso: Tirkiyeyê fermana teqînên li Qamişloyê daye
Rêveberê Çapemeniyê yê Herêma Cizîrê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî Bedîh Huso derbarê teqînên li Qamişloyê got ku “DAÎŞ li xwe digire û di hemûyan de têkiliya wan a bi Tirkiyeyê re derdikeve holê.” -
Gundê Azîziye yê Til Temirê tê bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker ji sibehê ve bombeyan li gundên Til Temirê dibarîne. -
Şervanên Asûr û Suryan: Em ê gelê xwe û axa xwe biparêzin
Meclîsa Leşkerî ya Suryanan û Parêzvanên Xabûrê yên li Til Temirê diyar kirin ku wê ax û gelê xwe biparêzin. -
Dagirker bombardûmaneke giran li gundên Til Temirê dikin
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombardûmaneke giran li gundên Til Temirê dikin. -
Şêniyên Girê Spî: Em jiyana xwe ya berê dixwazin
Bi hezaran mirovên ji Girê Spî ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wan neçar man ku warê xwe biterikînin li Reqayê di nava şert û mercên giran de ne. -
Ebdulxenî Oso: Dagirker wê bi ser nekevin
Hevserokê Kantona Hesekê Oso got, dagirkeriya dewleta Tirk berê bi ser neket, wê îro jî bi ser nekeve û anî ziman ku mirovên ji ber dagirkeriyê koçber bûne pêwîstiya wan bi alîkariya navneteweyî heye. -
Du şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şedadê hatin veşartin
Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyên du şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê veşartin. -
Şaneya çete ya êrîşa bombeyî li Qamişlo kir hate girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku berpirsên êrîşa bombeyi ya duh sivîlên li Qamişlo kirin hedef girt, ragihand di encama lêkolînên li ser telefonên berpirsên hatine girtin, derket holê ku ferman ji Tirkiyeyê girtine.