ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Rêbertî digot Rojava wê azad bibe; vaye em li ser xaka xwe azad in'
Şêniyên Kobanê ku bi Abdullah Ocalan re man, anîn ziman ku derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Kurdan re zayîneke nû bû û gotin: "Me bi Rêber Apo re hebûna xwe nas kir. Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya mirovahiyê têkoşiya." -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan çalakiyên cuda hatin lidarxistin. -
Şehîd Nizhet û Cemîla hatin oxirkirin
Bi hezaran şêniyên Kantona Efrînê bi merasîmekê Nizhet Seydo û Cemîla Osman ên ku di encama teqîna topên gazê ya Ehdasê de şehîd bibûn, oxir kirin. -
Cenazeyê Şehîd Riyad li Kobanê bi merasîmekê hat veşartin
Şêniyên Kobanê ji bo veşartina cenazeyê Şervanê Erka Xweparastinê Şehîd Riyad Babilî (Riyad) berê xwe dan Goristana Şehîdan a Şehîd Dîcle û bi merasîmekê cenazeyên şehîdan spartin axê. -
Li Rojava li dijî xiyaneta PDK’ê meşek girseyî hat lidarxistin
Bi sedan kes li Rojava li dijî xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker meşiyan. -
Beşek ji jin û zarokên DAÎŞ'î radestî Elmanyayê hatin kirin
Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10 jin û 27 zarokên DAÎŞ'î radestî Elmanyayê kir. -
Li dijî Eyn Îsa êrîşa dagirkeriyê
Arêtşa Tirk a dagirker û komên paramîlîter ên girêdayî wî di van kêliyan de gundê Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 topbaran dikin. -
Di teqîna Şehbayê de du kesan jiyana xwe ji dest dan
Di teqîna Şehbayê de ji nav 10 kesên birîndar bûbûn, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Teqîna li Şehbayê ji ber tup çêbûye
Hate ragihandin li teqîna li navçeya Ehdasê ya Şehbayê ji ber tup çêbûye. -
Li Hesekê 137 şehîd hatin bîranîn
Gelê Hesekê 137 şehîdên meha Adarê bi bîr anîn û gotin “Em ê destkeftiyan biparêzin.” -
Şêniyên Kobanê li dijî lêkirina dîwarê navbera Rojava-Başûrê Kurdistanê meşiyan
Şêniyên rojavayê Kobanê li dijî lêkirina dîwarê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê meşiyan û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re şermezar kirin. -
'Bi Erebî gelek helbest û stran li ser Newrozê hene'
Rûspiyên Eşîrên Reqayê diyar kirin ew bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikarin îro Newrozê pîroz bikin, diyar kirin Newroz ne dûrî Ereban e, ''Bi Erebî gelek stran û helbest li ser Newrozê hene.'' -
Dagirkeran li Efrînê 2 zarok revandin
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 2 zarok revand û ji berdana zarokan fîdye ji malbatên zarokan xwest. -
Li Şehbayê teqîn: Herî kêm 10 kes birîndar bûn -NÛ BÛ
Li navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê, li malekê teqînekê rû da. Herî kêm 11 kes bi birîndarî ji binê xirbeyê avahiyê hatin derxistin. -
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Eyn Îsayê barand
Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên Eyn Îsayê bombe kirin. -
Mûnzûr: Rêber Apo divê di nava me de be
Endamê 'Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re' Ferzende Mûnzûr anî ziman ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd têkoşîneke girîng tê meşandin, lê têrê nake û got, "Divê têkoşîna me hîn berfireh û piralî be." -
Li Kampa Holê çeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin
Di şerê ku di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Kampa Holê digeriyan de, çeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin. -
Şehîd Îbrahîm Mihemed Omer hate oxirkirin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îbrahîm Mihemed Omer bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Minbicê hate oxirkirin. -
Gelek DAÎŞ'iyên ku li hêriş anîbûn ser Kampa Holê hatin girtin
Komeke çeteyên DAÎŞ'ê hêriş anîne ser beşekî Kampa Holê ya li herêma Hesekê. Li ser vê di navbeyna çeteyan û Hêzên Ewlehiya Navxwe de şer derket û gelek çete hatin girtin. -
Li Efrînê rejîma terorê: Kesekî dî jî hate revandin
Dewleta Tirk li Kantona Efrînê li gundekî kesekî 26 salî revand. -
Aldar Xelîl: Şoreşa me şoreşa civakî ye
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku Şoreşa Rojava şoreşeke civakî ye û got “Armanca wê ev e ku civak li gorî reseniya xwe, rastî û xwezaya xwe bijî. Di nava wê de divê azadî, edalet û wekhevî were nîşandan.” -
Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan Îbrahîm Omer li Minbicê şehîd bûye. -
‘Em hewl didin modela rêveberiyên herêmî bi cih bînin’
Alîkariya Hevserokatiya Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer diyar kir ligel ku zehmetî û problem hene, ew hewl didin pergalê bi cih bînin. -
Şêniyên Kobanê: Rêbertî xeta me ya sor e
Şêniyên Kobanê li ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û gotin, "Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Ji ber ku Rêbertî ji bo me xeta sor e." -
Li Kampa Holê pevçûn
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê hewldana tevgereke şaneyên çeteyên DAIŞ'ê têk bir û hejmarek çete girtin.