ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Bila qada hewayî ji dewleta Tirk re bê girtin’
Bi dehan partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li Neteweyên Yekbûyî kir û got: “Qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş balafirên Tirkiyê bigire.“ -
QSD: Di êrîşa li Reqayê de Mizgîn Kobanê şehîd bû
Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di encama êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de ji fermandarên QSD’ê Mizgîn Kobanê şehîd bûye. -
Li Zanîngeha Kobanê ezmûnên dawiya salê destpê kirin
Xwendekarên li Zanîngeha Kobanê dixwînin, dest bi ezmûnên xwe yên werza dawî ya salê kirin. -
'Li dijî her cure êrîşan em ê bi hevgirtin û rêxistiniya gel tevbigerin'
Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Leyla Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd êrîşên qirkirinê dimeşîne û got ku ew ê weke Rêveberiya Xweser li dijî her cure êrîşan bi hevgirtin û rêxistinbûna gel tevbigerin. -
Dewleta Tirk bombe li Minbic, Til Rifet û Şehbayê barand
Dewleta Tirk a dagirker serê sibehê bombe li Minbic, Til Rifet û Şehbayê barand. -
'Ji bo veşartina sûcên xwe her tim êrîşî Rojava dike'
Endama Meclîsa Zagonsaz a Herêma Efrînê Muşîra Minla Reşîd îşaret bi êrîşên dewleta Tirk kir û got; “Bêdengiyeke navneteweyî jî li hemberî vî şerî heye, ev jî dide diyarkirin ku ew jî bi dewleta Tirk re ne." -
Vegotina Nûjiyan erk û berpirsyarî bû
Hevrêya Nûjiyan Erhan, Jînda Asmen ku belgesel li ser wê çêkir, wiha axivî "Her tişt weke berpirsyariyekê û dewama hevaltiyê qewimî." -
Xelîl: NATO'yê ji bo êrîşên dagirkeriyê lampeya kesk vêxistiye
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl anî ziman ku biryara NATO'yê parçeyek ji konsepta nû ya li dijî Kurdan e û got, "29'ê Hezîranê û Swêd tesadûfî nînin. Ji bo êrîşeke dagirkeriyê ya li ser Kurdistanê lampeya kesk vêxistin." -
Dewleta Tirk li Minbicê ciwanek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Mezret El Cerad a Minbicê, ciwanê bi navê Mihemed Xalid El Mihemed (23) ê ku di nava zeviyê de dixebitî, qetil kir. -
HRE: Li Bab û Ezazê 3 çete hatin kuştin
Di encama çalakiyên HRE'yê ên li herêmên Bab û Ezazê de 3 çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. Her wiha du wesayîtê dagirkeran hatin rûxandin. -
Şervanê YPG’ê Rûbar Erzîncan şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir şervanê wan Rûbar Erzîncan di 23’ê Hezîranê de ji ber nexweşiya penceşêrê şehîd bûye. -
Artêşa Tirk a dagirker bi topan li Eyn Îsayê dixe
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi topan li gundê Seyda û rêya M4 a navçeya Eyn Îsayê didin. -
Artêşa Tirk a dagirker li gundên Şehbayê dide
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran li gundê Um Gura û Hesacik ên kantona Şehbayê didin. -
Artêşa Tirk a dagikrer li Girê Spî 4 ciwan rewand
Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê di serdegirtina ku li ser gundê Elî Baciliye yê girêdayî Girê Spî ya dagirkirî de 4 ciwan rewandin. -
QSD: Di meha Hezîranê de 17 çete hatine girtin
QSD’ê derbarê operasyonên ewlehiyê yên di meha Hezîranê de daxuyaniyek weşand û diyar kir wan di meha Hezîranê de 17 çete girtin. -
Li Efrînê 6 kesên din hatin revandin
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Biyê yê Şêrawa 6 kesên din revandin. -
Ehmedê Pîrê: Bi berxwedanek hevpar em dikarin tecrîda girankirî bişkînin
Ehmedê Pîrê nerazîbûn nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Bi têkoşîn û berxwedanek hevpar em dikarin pêşî li tecrîda girankirî bigrin û dawî li şerê qirkirinê bînin." -
Dewleta Tirk li Şêrawa welatiyek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê welatiyê bi navê Seîd Ehmed Şêx Elî qetil kir. -
HRE: Li Marê û Şêrawayê 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li herêmên Marê û Şêrawayê di şer de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin. -
MSD’ê li Kobanê civînek li dar xist
Ji ber gefên ku dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe Meclîsa Sûriyeyê ya Demokrat li Kobanê bi siyasetmedar, şêxên eşîran û saziyên Rêveberiya Xweser re civînek li dar xist. -
'Dewleta Tirk dixwaze bi rêya tecrîdê gelê Kurd biêşîne'
Endamê Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Haşim Hiso diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze gelê Kurd biêşîne. -
QSD: 2 serçete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku 2 serçeteyên DAÎŞ'ê yên amadekarî ji êrîşekê re dikirin hatine kuştin. -
'Em ê bi yekîtiyê planên Osmaniya nû têk bibin'
Dîroknasê Sûryanî Hana Sawnî diyar kir ku Erdogan dîroka bi xwîn a Osmaniyan vedigerîne û wiha got: “Dewleta Tirk bi gefên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze planê xwe ya dagirkeriyê û qirkirina gelan bidomîne.” -
Li Girê Spî çeteyek hate kuştin û yek jî birîndar bû
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku hêzên dagirker xwestine têkevin gundekî Girê Spî lê ev hewldana dagirker û çeteyan hatiye pûçkirin. -
'Bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze têkçûna xwe veşêre'
Parêzer Mustefa Şêx Mislim bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne û destnîşan kir ku bi rêya van çekan dewleta Tirk hewl dide têkçûna xwe veşêre.