ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ciwanên TEV-DEM'ê: Em ê li hemberî xiyanet û dagirkeriyê li ber xwe bidin
Ciwanên TEV-DEM'ê yên herêma Firatê bi daxuyaniyekê li ber êrişên dagirkeriyê rabûn û destnîşan kirin, ku ew hêza parastina civaka xwe ne, wê li dijî xiyanet û dagirkeriyê li ber xwe bidin. -
Mûnzûr: Bi tecrîdê nikarin îradeya Kurdan bişikînin
Endamê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Ferzende Mûnzûr got, yên ku nikarin berxwedana li Îmraliyê bişikînin hewl dibin bi sîstema tecrîdê û êrişan îradeya gelê Kurd bişikînin û destnîşan kir kir ku nikaribin encamê bi dest bixin. -
Li Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan komxebatek hat lidarxistin
Bi dirûşmeya 'Îdeolojî û felesefeya Rêber Apo modela çareseriya demokratîk e' li Helebê komxebatek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat li darixistin. -
‘Bi êrîşa li dijî Ferhad Şiblî Rêveberiya Xweser hat hedefgirtin’
Evîn Siwêdî, şehîd kirina Cîgirê Hevserokatiya Konseya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî şermezar kir û destnîşan kir ku ev êrîşane binpêkirina serweriya Iraq û Başûrê Kurdistanê ye. -
PYD’ê di Kongreya xwe de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir
Di axaftinên li kongreya PYD’ê hatin kirin de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama mezinkirina têkoşînê hate dayîn. -
ANF’ê xwe gihand kitekitên operasyona li dijî DAÎŞ’ê ya li Cerablûsê
ANF’ê xwe gihand kitekitên operasyona ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî di 16’ê Hezîranê de li ser 3 gundên Cerablûsê li dar xistibû û ev yek careke din îspat kir ku herêmên di bin dagirkeriya Tirk de ji bo DAIŞ’ê herêmên ewle ne. -
Kongreya 9’emîn a PYD’ê li Hesekê dest pê kir
Kongreya 9’emîn a PYD’ê li Hesekê dest pê kir. Tê payîn ku wê kongre du rojan bidome û di kongreyê de tevî hevserokan meclîsa partiyê jî were hilbijartin û rêziknameyê pêşkêşî dengdanê bikin. -
Artêşa Tirk a dagirker bi topan li Zirganê dide
Artêşa Tirk a dagirker bi hawan û obusan li Zirganê û du gundên wê dide. -
QSD’ê sûcên dewleta Tirk ên di meha Hezîranê de eşkere kir
QSD’ê sûcên dewleta Tirk a dagir ên di 2 hefteyên pêşîn a meha Hezîranê eşkere kir. -
Derwîş: Berxwedaneke gelekî mezin li benda dewleta Tirk e
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê Şervan Derwîş diyar kir ku ew bi cîddî nêzî gefa dewleta Tirk a li ser Minbîc û Til Rifatê dibin û bal kişand ser vî tiştî ku ew xwe ji şerekî mezin ê parastinê re amade dikin. -
'Çapemeniya Kurd wê ji xwe re rêyekê peyda bike'
Rojnamevan Sedat Yilmaz, girtina 16 rojnamevanên Kurd ên li Amedê nirxand û diyar kir ku hewl tê dayîn nûçeyên Kurd, jin, kedkar û baweriyên cuda bên tarîkirin. -
Sema Yuce li Qamişloyê hate bîranîn
Kongreya Star li kantona Qamişloyê di salvegera 24'emîn a şehadeta wê de şehîd Sema Yuce bi bîr anî. -
’Gelên herêmê wê xwedî li QSD’ê derkevin’
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Wîsem El Omer diyar kir ku ew li dijî her cure êrîş amade ne, wê axa xwe biparêzin û got “Wê gel xwedî li QSD’ê derkeve.” -
Şêniyên Girkê Legê: Em ê bi hêza xwe dagirkeran têk bibin
Şêniyên Girkê Legê li hemberî êrişên dewleta Tirk meşek li dar xistin û gotin “Em ê bi hêza xwe ya xwerser dewleta Tirk têk bibin.” -
Li Iraqê operasyona li dijî DAÎŞ'ê: 8 çete hatin kuştin
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Iraqê ragihand ku bi êrişên hewayî 8 DAÎŞ'î hatine kuştin. -
TEV-DEM: Em di qonaxa çarenûsê de ne; destketiyan biparêzin
TEV-DEM'ê li dijî gef û êrişan bang li pêkhateyan kir: Em di qonaxa çarenûsê de ne. Divê em bi hemû enerjiya xwe û bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî nirx û destketiyan biparêzin. -
Şervanên QSD’ê: Em ji hemû êrîşan re amade ne
Şervanên QSD’ê yên li Eyn Îsayê li hemberî gefên dewleta Tirk diyar kirin ku wê her dem li ber xwe bidin û heta azadiya hemû herêmên dagirkirî têbikoşin. -
Cenazeyê şehîd Heqî Hilinc hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Iyad Mihemed li Kobanê ji aliyê sedan welatiyan ve hate veşartin. -
Li Efrînê di nava çeteyan de şer rû da
Li gundê Firêfra yê navçeya Cindirêsê çete û yên li gund hatine bicihkirin bi hev re şer kirin. Di şer de kuştin û birîndarî çêbûn. -
MÎT’a Tirk li Efrînê du kes revandin
Dewleta Tirk, li gundê Axçele yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku dagir kiriye Mihemed Ebdo Remedan û Elî Mihemed Hisên revandin. -
Gelê Reqayê: Em ê li hemberî dijmin bendeke xurt ava bikin
Partiyên siyasî yên li Reqayê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk çalakiyek li dar xistin û gotin “Em ê li hemberî dagirkeran bendeke xurt ava bikin.” -
Eşîrên Minbîcê: Em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin
Eşîrên li Minbîcê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk meşek li dar xistin û gotin “Em ê gelê Sûriyeyê berxwedêr in û em ê li hemberî vî tiştî jî li ber xwe bidin.” -
Li Qamişloyê dîlgirtina rojnamevanan hate şermezarkirin
Li Qamişloyê dîlgirtina rojnamevanên Kurd ku li Amedê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin, hate şermezarkirin. -
Xelkê Efrînê bi biryar e ku li warê xwe vegere
Efrîniyên ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk li Şehbayê bi cih bûn, bi hêviya vegera li Efrînê ne. Efrînî bi biryar in ku heta rizgarkirina warê xwe li ber xwe bidin. -
'Hêzên PDK'ê ketine bin kontrola MÎT'ê
Riyad Selahaddîn anî ziman ku PDK'ê hêzên Roj ji bo destwerdana li Şoreşa Rojava û dijberiya li PKK'ê ava kir û got, "Nêzî 6-7 sal in hêzên PDK'ê hemû di bin kontrola MÎT'ê de ne."