ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şêniyên Minbicê: Em ê li dijî dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin
Şêniyên Minbicê gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin: "Em ê li dijî dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin." -
Rêveberiya Xweser Şoreşa 19’ê Tîrmehê silav kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê peyamek da û diyar kir ku dev ji prensîb û nirxên Şoreşa 19’ê Tîrmehê nayên berdan û peyama, “Avakirina Sûriyeyek yekgirtî û demokratîk“ da. -
QSD: Tirkiye dixwaze çeteyan bişîne Başûrê Kurdistanê
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze çeteyên girêdayî xwe bişîne Başûrê Kurdistanê û Yemenê. -
Li navçeya Sirînê ya Kobanê salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin
Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li navçeya Sirînê ya Kobanê hat pîrozkirin. -
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn El Zahêr şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya endamekî xwe yê li Dêrazorê şehîd bûye, eşkere kir. -
Dewleta Tirk a dagirker gundekî Minbîcê bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker gundekî li bakurê Minbîcê bombe kir û xisar gihişt malan. -
TEV-DEM’ê di salvegera Şoreşa Rojava de banga seferberiyê kir
TEV-DEM’ê salvegera 10’emîn Şoreşa Rojava pîroz kir û li hemberî gefên dagirkeriyê banga rêxistinkirin û seferberiya giştî li gel kir. -
'Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa aştî û azadiyê ye'
Malbatên şehîdan ên herêmên Efrîn û Şehbayê diyar kirin, ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn bûye model û gotin, tevahî gelên azadîxwaz vê modelê dipejirînin û dikin mînak. -
Li Şêrawa ciwanek hate revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagikrer ên bi navê Feyleq El Şam ciwanekî ji şêniyên Şêrawa ya Efrîna dagirkirî revand û bir cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wî nayê zanîn. -
Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî: Dewleta Tirk wê rastî berxwedanek dîrokî bê
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef, bersiva gefên dewleta Tirk a dagirker da û got: “Dewleta Tirk wê li ser vê xakê rastî berxwedanek dîrokî bê.” -
Dewleta Tirk li Efrînê kesekî din revand
Dewleta Tirk li Efrîn a dagirker, li navçeya Serayê kesekî din revand. -
'Xelkê Başûr sînor ji ber xwe rakir û tevlî têkoşîna Şoreşa Rojava bû'
Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Swêda got, li gel nêzîkatiyên dijber ên hikumeta PDK'ê jî xelkê Başûrê Kurdistanê di Şoreşa Rojava de bi roleke çalak rabûye, sînor ji ber xwe rakiriye û di vê oxirê de berdêl daye. -
Dagirker Til Temirê bombebaran dike
Dewleta Tirk a dagirer û çeteyên wê gundê Gozeliyê yê Til Temirê û derdora rêya M4’ê bombebaran dike. -
Dewleta Tirk a dagirker Şêrawa bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Aqîbê ya Şêrawa bombebaran kir. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Eyn Îsayê didin ber bombeyan
Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, gundên Seyda, Dibis, Hoşan û Xalidiye yên Eyn Îsayê bombebaran dike. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em Eniya Berxwedanê berfireh bikin
Hêzên Parastina Minbicê destnîşan kir ku ewê li hemberî dewleta Tirk a dagirker eniya berxwedana xwe berfireh bikin û bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li rex şervanên xwe cîh bigin. -
Kampanyaya ‘Bila qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were girtin’ dest pê dike
33 partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê da diyarkirin dê 23’yê Tîrmehê ji bo girtina qada hewayî ya herêmê dest kampanyayeke hashtagê bikin. -
Dagirkeran li Cindirêsê kesek revandin
Çeteyên ‘polîsên sivîl’ ên dewleta Tirk a dagirker li Cindirêsa kantona Efrînê kesek revandin. -
Şehîd Cûdî Amanos li Helebê hat veşartin
Şervanê YPG’ê şehîd Cûdî Amanos yê di 12’ê Tîrmehê de ji ber qezayekê şehîd bibû, ji aliyê bi sedan kesên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ve hat veşartin. -
Ebdî: Hemû hêzên me li dijî dagirkeriyê amade ne
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku heke dewleta Tirk êrîş bike ne bi tenê êrîşê herêmê lê êrîşê tevahiya Sûriyeyê dike û got ku her çî yê dagirkirina Sûriyeyê nexwaze divê li ber êrîşên dewleta Tirk rabe. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriyê- HAT NÛKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker gundên Tewila, Gozeliyê û Til Eleben yên Til Temir, gundê Şiwarxa yê Şera û gundên Mişêrfê û Seyda yê Eyn Îsa û derdora rêya M4'ê topbaran kir. -
Li herêma Cizîrê ji bo Berxwedana 14’ê Tîrmehê merasîm hatin lidarxistin
Li gelek bajar û navçeyên kantonên Qamişlo û Hesekê bi wesîleya 40. salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê merasîm hatin lidarxistin. Di merasîman de hate gotin ku ewê bi heman ruhî li hember dagirkeriya Tirk a li ser herêmê jî bi ser bikevin. -
Dewleta Tirk 5 kesên din revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, 5 kesên din revandin. -
PYD’ê li Kobanê pêşengên berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr anî
PYD’ê bi wesîleya bîranîna salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê 14’ê Tîrmehê li Kobanê civînek pêk anî. -
Şervanê YPG'ê Cûdî Amanos li Helebê şehîd bû
YPG'ê ragihand ku şervanê wan Cûdî Amanos li Helebê di encama qezayê de şehîd bûye.