ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ji bo şehîd Arvîn Tolhildan li Kobanê konê sersaxiyê hate danîn
Li Kobanê, ji bo şehîd Arvîn Tolhildan konê sersaxiyê hate danîn, ku di encama êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî de li Zapê şehîd bû. -
Li Reqayê qedexeya derketina ji derve
Komîteya Karên Hundir a Meclîsa Sivîl a Reqayê piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê, li bajêr qedexeya derketina ji derve ragihand. -
Ji bo şehîdên Parîsê konê sersaxiyê hat danîn
Li gelek navçeyên Qamişloyê ji bo kesên ku di Komkujiya Parîsê de şehîd bûn, konê sersaxiyê hat danîn. -
Cenazeya zarokê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, hate veşartin
Cenazeya zarokê ku di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Tinib a Şêrewayê şehîd bibû, hat veşartin. -
Rewşa birîndaran giran e: Ji ber ambargoyê em nikarin derman bikin
Rewşa kesên ji ber êrîşa dewleta Tirk birîndar bûne giran e. Rêveberê Nexweşxaneya Avrînê Azad Reşo diyar kir ku ji ber ambargoya hikûmeta Şamê, ew nikarin cîhazên tibî û pêdiviyên tenduristiyê peyda bikin. -
DAÎŞ'ê li Reqayê êrîş bir ser benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn -HATE NÛKIRIN
Çeteyên DAÎŞ'ê li taxa Diriya ya Reqayê êrîş birin ser benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn dor li qadê girtin û dest bi operasyonê kirin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş li dijî Qetlîama Parîsê hatin lidarxistin
Qetlîama Parîsê, li gelek navendên girêdayê kantona Qamişloyê û Helebê hat protestokirin, bang li hikûmeta Fransayê hat kirin ku her du qetlîaman jî eşkere bike. Li çar bajaran konên sersaxiyê hatin danîn. -
Ciwanên herêma Firatê: Me soza tolhildanê daye
Ji bo bibîranîna 6 şehîdên Ciwan; Nûjiyan, Viyan, Mirhef, Mesûd, Rojîn û Welîd ku di encama êrîşa bi balafireke bê mirov de li Kobanê şehîd bûn, meş hat lidarxistin. -
Bi dehan partî û rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bang li Fransayê kirin
32 rêxistin û partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî komkujiya 23’ê Kanûnê ya li Parîsê qewimî, daxuyaniyek hevpar dan û bang li hikûmeta Fransayê kirin. -
Komkujiya Parîsê bi meşekî hate şermezarkirin
Şêniyên Efrîn û Şehbayê Komkujiya Duyemîn a Parîsê şermezar kirin. Her wiha diyar kirin ku dijmin bi komkujiyan nikare vîna gelê Kurd bişkîne. -
Dewleta Tirk roket avêt gundê Tinnibê yê Şerayê: Zarokek şehîd bû-HATE NÛKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker roket avêt gundê Tinnibê yê Şerayê. Di encamê de zarokek şehîd bû û du kesên din birîndar bûn. -
Li Qamişloyê qetlîama li Parîsê hate protestokirin
Li Kantona Qamişloyê bi sedan kesan qetlîama li Parîsê protesto kirin. -
Şêniyên Kobanê ji bo protestokirina komkujiya li Parîsê daketin qadan
Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo protestokirina êrîşa li Parîsê meşiyan. -
Di êrîşa balefira biçek a bêmirov a dewleta Tirk de 4 kes birîndar bûn
Balefireke biçek û bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Mizgefê yê rojhilatê Tirbespiyê da. Di êrîşê de yek jê zarok 4 kes birîndar bûn. -
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê Komkujiya Parîsê protesto kirin
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi armanca protestokirina Komkujiya Parîsê daxuyanî dan û bang li her kesê kirin ku xwedî li vê dozê derkevin. -
QSD’ê li Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ’ê girt
QSD’ê diyar kir li bajaroka Deşîşe ya Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ’ê girtine. -
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameya ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî
Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker, nameyek ji îmzeya bi sedan kesayet û rêxistinan ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yebkûyî Antonio Guterres re şand. -
Di êrîşên dewleta Tirk de sala 2022'an 17 jin û 21 zarok hatin qetilkirin
Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên dagirkirî, 17 jin û 21 zarok hatin qetilkirin. -
HAT’ê 7 çeteyên DAÎŞ’ê girt
Hêzên Antî-Terorê, bi operasyoneke taybet 7 çeteyên DAÎŞ’î li Tebqayê girtin. -
Dewleta Tirk parêzer Luqman Henan qetil kir
Dewleta Tirk parêzerê Kurd Luqman Henan ê ku li Efrînê revandibû, di girtîgehê de bi êşkenceyê qetil kir. -
‘Bi yekîtiya Kurdistanî wê peymanên qirkirinê ji holê rabibin‘
Endama Komîteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsiv, di mijara bipêşvebirina têkiliyên stratejîk di navbeyna Kurdan de îşaret bi giringiya xebata hevpar a PYD’ê û YNK’ê kir. Foza got ku wê bi yekîtiya Kurdistanê wê peyamên qirkirinê ji holê rabibin. -
Midûriyeta Avê ya Kobanê topbarana dewleta Tirk şermezar kir
Midûriyeta Avê ya Kobanê, bi armanca şermezarkirina topbarana dewleta Tirk ku 3 sê endamên midûriyetê ji ber birîndar bûn, daxuyanî da. -
Dewleta Tirk êrîş bir ser stasyoneke avê ya li Kobanê: 3 karker birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Şêxler a Jorîn ê li rojavayê Kobanê êrîşê stasyona avê kir. Di êrîşê de 3 karker birîndar bûn. -
‘Li cihê talan, wêrankirin û komkujî hebe, li wir mislimantî tune
Rêveberiya Saziya Ol û Bawerî ya Kobanê Ebdirehman Şewket têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî mizgeft û cihên baweriyê got, “Li cihê talan, wêrankirin û komkujî hebe, li wir mislimantî tune ye.” -
Bijîşkên Kobanê: Em bi her awayî bi gelê xwe re ne
Bijîşkên Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabûn û destnîşan kirin ku ew bi her awayî amade ne alîkariyê bi gelê xwe re bikin.