ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Kurdên li Îngilistanê alîkarî ji xelkê li Şehbayê re şandin
Kurdên li Îngilistanê Brîtanyayê alîkarî ji malbatên hewcedar ên li Şehbayê re şandin. -
'Li gorî derfetan, bersiv ji pêwîstiyan re tê dayin'
Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê rabû, bandor li Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê jî kir. Cîgirê Kar û Barê Civakî Moro Hisên anî ziman ku ji bo ewlehiyê an jî erdhejeke din divê gelê me berê xwe bide konê navendî. -
Ji erdhejê xilas bû, bi destê dewleta Tirk hate kuştin
Dewleta Tirk a dagirker di nava bombelata erdhejê de bombardûman li navçeya Til Rifet a Şehbayê kir. Kalemêrekî 70 salî qetil kir. Kalemêrê hate qetilkirin, piştî erdhejê ji Helebê xwe li Şehbayê girtibû. -
TEV-DEM'ê sersaxî ji malbata Şiblî re xwest
TEV-DEM'ê ji ber wefata Hecî Şiblî peyameke sersaxiyê weşand û bal kişand ser rola Hecî Şiblî ya di xurtkirina têkiliyên navbera pêkhateyên herêmê. -
Ciwanên Kobanê: Heta azadiya Rêberê xwe em ê li qadan bin
Ciwanên Kobanê li dijî komploya navneteweyî nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin, “Em ê her li kolanan bin. Em ê Rêberê xwe azad bikin û dewleta Tirk têk bibin.” -
Bandora erdheja Mereşê ya li Sûriye û Rojava – IV
Tevî ku ambargoya li ser Sûriyeyê hatiye rakirin jî ambargoya hikumeta Şamê ya li ser Şehba û Helebê dewam dike. Bedran Çiya Kurd got, alîkarî hîn nehatiye Rojava û destnîşan kir, Rêveberiya Xweser amade ye alîkariyê bi mexdûrên erdhejê re bike. -
Komploya Navneteweyî li Tebqa û Reqayê hate protestokirin
Şeniyên Tebqa û Reqayê daketin qadan û Komploya Navneteweyî protestokirin. -
Şêniyên Efrîn û Şehbayê Komploya Navneteweyî şermezar kirin
Li navçeya Fatîn a Şehbayê bi deh hezaran kesî bi meşekî girseyî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. -
Bi deh hezaran kes li herêma Cizîrê li dijî komployê daketin qadan
Bi deh hezaran kes ji pêkhateyên herêma Cizîrê, li dijî komploya navneteweyî meşiyan û destnîşan kirin ku heta miosgerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê têkoşînê mezin bikin. -
Şêniyên Kobanê li dijî komploya navneteweyî meşiyan
Şêniyên Kobanê û herêma Firatê ji bo bi meşeke li ber komploya 15'ê Sibatê rabûn. Meş bi dirûşmeya 'Bi têkoşîna gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin’ hate kirin. -
Kêliyeke bi wate
Bavê Welî di destpêka ciwantiya xwe de ketiye bin fikrên Rêber Apo bi can û mal xwe daye vê dozê. Û gotiye ev doz doza min e. -
Hêza Şengalî: Xwîna şehîdan wê ti carî li erdê namîne
Fermandara YBŞ-YJŞ'ê Hêza Şengalî qala 'Operasyona Tolhildanê' ya li Şengalê kir ku li dijî sîxurên dewleta Tirk û PDK'ê tê meşandin û got, "Zû yan jî dereng, xwîna şehîdan wê ti carî li erdê nemîne." -
Bandora erdheja Mereşê li ser Sûriye û Rojava – III
Saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê demeke kurt piştî rûdana erdhejê ketin nava tevgerê, bersiv dan pêwîstiyên mexdûrên erdhejê yên li herêma xwe û li gel derfetên xwe yên kêm ji bo alîkariyê bi herêmên din ên Sûriyeyê re bike tevgeriyan. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 15’ê Sibatê hat protestokirin
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xelk daket qadan û komploya 15’ê Sibatê protesto kir. -
Meşa Dirêj a li Kobanê di roja duyemîn de ye
Li Kobanê meşa ciwanan a li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê di roja duyemîn de ye. -
Jinên Ciwan ên Reqayê li dijî komployê çalakiyek lidar xistin
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqayê li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd li Reqayê kon veda û çalakiyek lidar xist. -
'Doza Rêber Apo bûye doza hemû gelan'
Endamê 'Înîsiyatîfa Sûrî ya azadî ji Abdullah Ocalan re' Ferzende Mûnzûr diyar kir ku di sala 25'an a têkoşîna li dijî komploya navneteweyî de wê çalakiyên xwe xurtir bikin, ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan misoger bikin. -
Ji bo Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Cindirêsê banga li civaka navneteweyî
Ji rêveberiya PYD'ê Emîn Elîko diyar kir ku dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û astengiya dewleta Tirk a li Efrîn a dagirkirî, ji bo mirovahiyê cihê şermê ye û bang li civaka navneteweyî kir ku alîkariyê bi van herêman re bike. -
Bandora erdheja li Mereşê li ser Sûriye û Rojava – II
Mîna li temamiya Sûriyeyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji ber ku karesatên xwezayî û erdhej zêde neqewimîne, tedbîrên cidî jî nehatibûn wergirtin. -
Li gelek navendên Qamişloyê 15’ê Sibatê hate protestokirin
Li gelek gelek navendên Qamişloyê bi çalakiyên cuda Komploya Navneteweyî hate protestokirin. -
Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê banga tevlêbûna çalakiyên li dijî Komploya 15’ê Sibatê kir
Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê banga tevlêbûna çalakiyên li dijî Kompoya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. -
Alîkariya ji bo herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Alîkariyên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mexdûrên erdhejê hatin komkirin ber bi herêmên dagirkirî ve hatin şandin. -
'Ambargoya erdhejê' ya Şamê hate şermezarkirin
Astengiya hikumeta Şamê, ku nahêle alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê bigihêje Şam, Şêxmeqsûd û Şehbayê, ji aliyê koçberên Efrînî û xelkê Kantona Şehbayê ve hate şermezarkirin. -
Meşa Dirêj a li dijî komployê li Kobanê destpê kir
Li Kobanê bi dirûşmeya "Bi ruhê fedaî yê ciwanan, em azadiya Rêbertî mîsoger bikin" meşeke dirêj bi pêşengiya ciwanan destpê kir. Meş wê 3 rojan dewam bike. -
TEV-DEM: Çareserî bi Rêber Abdullah Ocalan dibe
TEV-DEM'ê li hemberî komploya 15'ê Sibatê daxuyanî da û got, "Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan çareseriya hemû pirsgirêkan e. Çareseriyek bêyî wî nabe."