Ji ber lehiyê zarokekê din jiyana xwe ji dest da

Ji ber lehiya ku duh çêbûye zaroka yek salî Aya Îbrahîm jiyana xwe ji dest da û bavê wê Ebd Îbrahîm jî birîndar bû.

Ji ber lehiya ku duh çêbûye li gundê Embara yê Qamişloyê malek ji ber lehiyê di saetên sibehê de hat xwarê û di encamê de zarokeka bi navê Aya Îbrahîm jiyana xwe ji dest da û bavê wê Ebid Îbrahîm jî birîndar bû.

Hat diyarkirin ku ji ber barana zêde ji nişka ve xanî dikeve û di encamê de zarok jiyana xwe ji dest da û bavê wê birîndar bû.

Malbat ji bajarê Şedadê koçberî Qamişlo bûye û li wir dijî, xaniyê wan tune ye û niha li mala mirovên xwe dimînin.