BI DÎMEN

Li Qamişlo ji bo dîlgirtiyan bi girseyî meşiyan

Bi sedan malbat li Qamişlo ya Rojava bi daxwaza berdana xizmên xwe yên ku di zindanên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ne, daketin kolanan.

Li bajarê Qamişlo bi sedan malbatên dîlgirtiyan bi daxwaza berdana zarokên wan ji Çerxerêya Şehîd Rûbar heya Çerxerêya Osman Sebrî meşiyan. Malbatan  wêneyên zarokên xwe yên dîlgirtî hildan û pankartên "Em azadiyê ji lehengên xwe yên dîlgirtî yên parastina me kirine re dixwazin" û "Em ê heta dawiyê bi dîlgirtiyên xwe re bin" vekirin. 

Her wiha bê navber dirûşmên "Em dîlgirtiyên xwe dixwazin" û "Zindanan bişkînin, dîlgirtiyan derxînin" hatin berzkirin. Girseyê bal kişand ser rewşa xizmên xwe yên di girtîgehan de tên girtin û bang li saziyên navneteweyî û aliyên peywendîdar kir.

Malbatên ku beşdarî çalakiyê bûn daxwaza agahdariya zelal li ser rewşa dîlgirtiyan û berdana wan kirin.

Malbatan diyar kirin ku heta ku daxwazên wan bi cih werin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.