Li Tirbespiyê, Çilaxa û Hesekê agirê Newrozê hatin pêxistin

Gelê Tirbespiyê, Çilaxa û Hesekê cilên elêrî li xwe kirin, bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.

Gelê bajarok û gundên Rojava bi îrade û berxwedaneke mezin agirê Newrozê geş dikin.

ÇILAXA

Gelê bajarokê Abîre yê li Çilaxa li dora agirê ku pêxistibûn kom bûn. Di şahiya Newrozê de alên YPJ, YPG û ciwanên şoreşger hatin hilgirtin. Gel li dora agir li ber stranên şoreşgerî govend gerandin.

HESEKÊ

Agirê Newrozê bi beşdariya bi dehan kesan li taxa Kelasê hate pêxistin. Gel bi cilên xwe yên gelêrî pîrozbahiya Newrozê xemilandin.

TIRBESPIYÊ

Li ber Mala Êzîdiyan a Tirbespiyê agirê Newrozê hat  pêxistin. Qada Newrozê bi alên YPJ-YPG û posterên Rêber Apo hat xemilandin.