Li Dêrazorê şehîdgeha QSD'ê hat xerakirin

Şehîdgeha QSD'ê ya li bajarokê El Kesar ê gundewarê Dêrazorê hat xerakirin. Şênî û malbatên şehîdan hêrs û nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Li şehîdgeha li bajarokê El Kesar ê gundewarê Dêrazorê gorên şehîdan hatin xerakirin. Ev şehîdgeha şervanên QSDˊê ne ku di bersivdana êrişên çeteyên DAÎŞˊê de şehîd bûbûn. Xerakirina goran şênî bi hêrs kirin.

Xerakirina goran û cihên pîroz binpêkirina eşkere ya hurmetiya miriyan û malbatên wan e. Şêniyan xwest ku lêpirsîna ji bo vê yekê were vekirin û hesab ji berpiran were xwestin.

Piştî ku komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê derbasî herêmên vê dawiyê bûne pêkanînên wiha zêde bûne, li Efrîn, Şêxmeqsûd, Minbic, Şedad, Til Hemîs û Reqayê jî ev yek hat kirin.

Ev pêkanîn tiştên ku çeteyên DAÎŞ’ê bi goristan û mezargehan de kirine tînin bîra mirov, wan bi hinceta ku ew "kufriyek" e û "ne beşek ji adetên Îslamî ne" wêran kirin.