Li Qamişlo, Hesekê ve Çilaxa agirê Newrozê bi dirûşmeya yekîtiya neteweyî hat pêxistin

Gelê bajarên Qamişlo, Hesekê û Çilaxa bi cil û bergan û sembolên Kurdî agirê Newrozê pêxistin û peyama yekîtiya neteweyî dan.

Çalakiyên pêxistina agirê Newrozê di roja duyemîn de li bajarê Qamişloyê dewam dikin. Îro li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li taxa Erbawiyê ji aliyê dayîk û bavên şehîdan û bi amadebûna bi dehan xelkê taxê ve agir hat gurkirin.

Li bajarê Hesekê jî komîteya çalakiyan yekemîn çalakiya vêxistina agirê Newrozê li Qada Selam a bajêr li dar xist.

Li bajarê Çilaxa jî şêniyan li qada Şehîd Mahsûm a naverasta bajêr agir pêxist.

Di çalakiyan de bi dehan şênî bi cil û bergan û sembolên Kurdî amade bûn.

Beşdaran diyar kir ku Newroza îsal wê ji bo gelê Kurd bibe Newroza yekitiya neteweyî li hember siyaset û planên dijmin.

Li çalakiyê gel bi cil û bergên Kurdî, rakirina alên YPG û sembolên Kurdî amade bûn. Di çalakiyê de stran hatin pêxistin û dîlan hatin gerandin.