Mazlûm Ebdî bi malbatên girtiyan re civiya

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî bi komîteyek ku nûnertiya malbatên kesên ku di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dîl hatin girtin dike re civiya. Ebdî diyar kir ku ev mijar ji bo wan pir girîng e û wê tu tawîz nayê dayîn.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bi komîteyek ku nûnertiya malbatên kesên ku di êrişên komen hikûmeta demkî ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin dîl hatin girtin û winda bûne re civiya. 

Ebdî diyar kir ku mijara dîlgirtiyan û windayan yek ji bendên peymana ku di 29'ê Çileyê de bi Şamê re hatiye îmzekirin e.

Ebdî diyar kir ku bi fermî jê re hatiye ragihandin ku hezar û 70 girtî, hem sivîl û hem jî leşker, di girtîgehên Sûriyeyê de ne û got ku ev mijar ji bo wan pir girîng e û di tu şert û mercan de tu tawîz nayê dayîn.