Mazlûm Ebdî şandeyek hikûmeta demkî pêşwazî kir

Fermandarê Giştî yê QSDˊê şandeyek hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi serokatiya Ziyad Ayiş pêşwazî kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî şandeyek hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi serokatiya Ziyad Ayiş û hejmarek berpirsên hikûmeta demkî pêşwazî kir.

Di civînê de Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Fermandarê Asayîşê Mehmûd Elî Xelîl amade bûn. Her du aliyan li ser proseya entegrasyonê, rêbazên pêşxistina aramiyê û hevkariyê li herêmê nîqaş kirin.

Ev civîn di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê ya navbera QSDˊê û hikûmeta demkî de pêk tê.