Li Rojava ji bo xurtkirina ewlehiyê piştdayîna hêzên ewlehiyê didome
Gelê Rojavayê Kurdistanê bi armanca xurtkirina ewlehiyê û bersivdana her tevgereke şaneyên çeteyên DAÎŞˊê, piştê dide hêzên ewlehiyê.
Gelê Rojavayê Kurdistanê bi armanca xurtkirina ewlehiyê û bersivdana her tevgereke şaneyên çeteyên DAÎŞˊê, piştê dide hêzên ewlehiyê.
Xelkê Rojava, ji dema banga seferberiya giştî ve, li hember tevgerên bigûman, gefên li dijî herêmê û parastina herêmên xwe ji tevgerên şaneyên DAÎŞˊê, di nava seferberî û nobedariyê de den, piştê didin hêzên xwe yên ewlehiyê.
Rêveberiya Xweser seferberiya giştî ragihandibû, bang li gel kir ku parastina bajarên xwe bike, li hember êrişên komên hikumeta demkî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞˊê, tev li "Cenga Parastina Rûmetê" bibe. Gel bi ruhekî berpirsiyarî bi rêya avakirina nuqteyên parastinê li têketin û derketinên bajaran, avakirina tabûran bersiv da bangê.