Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê dê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin bike

Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot, ragihand ku ew ê bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî re li Hewlêrê hevdîtin bike.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot, li Qesra Tişrînê ya li Şamê ligel Wezîrê Karûbarên Derve yê Hikûmeta Demkî yê Sûriyê Esed El Şibanî hevdîtin kir.

Piştî civînê Jean Noel Barrot daxuyaniyek da û diyar kir ku rêkeftina di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de ji bo misogerkirina mafên bingehîn ên gelê Kurd pêngaveke girîng e. 

Her wiha di daxuyaniyê de got ku ew ê îro li Hewlêrê ligel Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî rêkeftinê binirxînin.

Jean Noel Barrot, diyar kir ku rêkeftina di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û QSD'ê de wê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê xurt bike û ev mijar ji bo Fransayê gelek girîng e.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê, diyar kir ku Fransa dê di her alî de destek bide Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û got ku Fransa li kêleka gelê Sûriyeyê ye.