Şêniyên Dirbêsiyê şehîdek veşart û gerîlayek bi bîr anî

Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê akademisyenê Hêzên Xweparastinê şehîd Ebdulwehab Xelef veşartin û gerîlayê HPGˊê şehîd Şevger Dirbêsiyê bi bîr anî.

Bi sedan şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê cenazeyê akademisyenê Hêzên Xweparastinê şehîd Ebdulwehab li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê gundewarê Dirbêsiyê veşartin û tev li merasîma xiyabî ya gerîlayê HPGˊê Şevger Dirbêsiyê (Ridwan Osman) bû. Ebdulwehab Xelef di 25ˊê Cotmehê de dema li ser erka xwe li Dirbêsiyê û şehîd Şevger Dirbêsiyê di 19ˊê Tebaxa 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, şehîd bûbûn. 

Di merasîmê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Hewlêr Kobanê sersaxî da malabata her du şehîdan û got ew li ser metoda şehîdên ku di oxira azadî û rûmetê de canê xwe daye, bimeşin. 

Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê jî Omran Orkêş jî got: "Em îro xatirê ji 2 şehîdên xwe dixwazin, yek li qadên fikra azad tê koşiya û jiyana xwe ji bo perwerdeya bi hezaran şervan feda kir û yê din ji lehengên HPGˊê ye ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk bi fedakarî têkoşiya." 

Li aliyekî din jî li ser navê malbata şehîd Şevger Dirbêsiyê, xwişka şehîd Raniya Osman axivî û sopa şopandina rêça şehîdan da. 

Birayê şehîd Ebdulwehab Xelef, Mihemed Xelef jî got: "Şehîd ji destpêka Şoreşa 19ˊê Tîrmehê ve li qadên perwerdeyê bû û ji têkoşerên destpêkê bi gelê xwe re dilsoz bû." 

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.