Cenazeyê şehîd Feysel Elî El Cerbûi hate veşartin
Bi sedan şêniyên kantona Cizîrê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Feysel Elî El Cebûî li Pakrewangeha Şehîd Egab El Eswed a li Til Koçerê veşartin.
Bi sedan şêniyên kantona Cizîrê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Feysel Elî El Cebûî li Pakrewangeha Şehîd Egab El Eswed a li Til Koçerê veşartin.
Şervanê QSD’ê Feysl Elî El Cerbûi ku 25’ê Cotmehê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûbû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Îgab El Eswet a li Til Koçerê hate veşartin.
Bi sedan şêniyên Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik û Til Koçerê yên kantona Cizîrê beşdarî merasîma cenaze bûn.
Merasîmê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Delal El Şibilî axivî. Delal sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza domandina rêya şehîdan da.
Ji fermandarên QSD’ê Seîd Koçer jî anî ziman ku QSD hêza gelê herêmê ye û dê parastina pêkhateyan û şopandina rêya şehîdan bidomînin.
Di merasîmê de bi navê Kongra Îslama Demokratîk Cemal El Xelef jî got şehîd pêşengên manewî yên civakî ne, di rêya parastina gelê xwe û jiyaneke birûmet û ewle de canê xwe feda kiriye.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Girseyê bi dirûşm û tilîliyên dayikan cenazeyê şehîd veşartin.