Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Ronîda Osman Ebdo ku di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

Ronîda Osman Ebdo (18) ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li gundê Berxbotanê yê Kobanê de tevî malbata xwe hatibû hedefgirtin û birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Balafirên şer ên artêşa Tirk şeva 17’ê Adarê malbateke ku di navbera gundên Berxbotan û Qomîçî yên Kobanê de dijîn hedef girtin. Di encamê de dayik, bav û zarok jî di nav de 9 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bibûn.

Ronîda Osman Ebdo (18) ku di êrîşê de bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.