Rêveberiya Xweser bi xelkê Dêrazorê re hat ba hev

Rêveberiya Xweser a Kantona Dêrazorê civîneke berfireh ji gel re li dar xist. Di civînê de rewşa siyasî hat nirxandin û daxwazên gel hatin guhdarkirin.

Rêveberiya Xweser a Kantona Dêrazorê bi armanca nirxandina rewşa siyasî û guhdarkirina daxwazên şêniyan, civîneke berfireh li dar xist. Bi dehan şêniyên ji gundên Teyana heya Baxozê yên rojhilatê Dêrazorê, rûspiyên eşîran, nûnerên deste û meclisên xwecih, fermandarên QSD’ê û Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdarî civînê bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Dêrazorê Dular Derwîş rewşa siyasî nirxand. Dular Derwîş bal kişand ser rola Tirkiye û Îsraîlê di gûrkirina şeran de û anî ziman ku dewleta Tirk ku gefeke rasterast li ser ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdike hewl dide Mîsaq Milî pêk bîne.

Dularê destnîşan kir ku aloziya li Sûriyeyê encamên destwerdanên derve ne û got, hêzên derve hewl didin li ser hesabê gelê Sûriyeyê jinûve dewletê ava bikin. Her wiha bal kişand ser projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, ev model ji bo edalet û ewlehiya Sûriyeyê dikare were pêkanîn.

Dular Derwîş berxwedana gelê herêmê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk silav kir û destnîşan kir ku ji hemû şêniyan tê xwestin ku “herêmên xwe yên ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, biparêzin”.

Beşdaran jî spasiya Rêveberiya Xweser kir û piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman.

Beşdaran xwest rewşa xizmetguzarî, bi taybetî ceyran, av û çandinî were başkirin û çareseriyên lezgîn ji pirsgirêkêa dergehên çeman ku gefan li ewlehiya sivîlan dixwe were çareserkirin.