QSD’ê nasnameyên 5 şehîdan eşkere kir
QSD’ê nasnameyên 5 şehîdên ku li Reqa, Hesekê û Meskenê şehîd bûne, eşkere kir.
QSD’ê nasnameyên 5 şehîdên ku li Reqa, Hesekê û Meskenê şehîd bûne, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê şehadeta 5 şervanan ragihand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Bi serbilindahî em şehadeta 5 şervanên xwe radighînin ku di pêşketinên meydanî yên cuda û geşedanên li herêmê rû didin û şerê li dijî komên êrişkar ên Şamê de şehîd bûne.”
Şervanê me Elîşêr Kobanê dema erka xwe bi cih dianî di encama qezayeke leşkerî de şehîd bû. Baz, Bakur, Berxwedan û Xebat jî di bersivdayîna êrişên komên Şamê yên li ser herêman de şehîd bûn. 5 şehîd di mercên herî zehmet de li eniyên pêş erkên xwe yên meydanî û parastinê bi cih dianîn.
Li hember van berdêlên giranbuha em soz didin ku em ê li ser şopa van şehîdên leheng bi îrade û biryardariya wan a bêdawîn dimeşin, da ku hêvî û daxwazên wan ên ji bo welatekî azad, serfiraz û ewle pêk bînin. Em ê dilsozê doza wan a dadperwer bimînin da ku hêviyên wan ên aştî û rûmetê ji tevahî gelê xwe bi cih bînin.”
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN
Nasnav: Elîşêr Kobanê
Nav û paşnav: Elî Keçel
Navê dayikê: Edûl
Navê bav: Nebo
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê- Til Beyder, 30 Nîsan 2026
Nasnav: Baz
Nav û paşnav: Hesen Mac
Navê dayikê: Leyla
Navê bav: Osman
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 19 Çile 2026
Nasnav: Bakur Cindirês
Nav û paşnav: Xidir Hemade
Navê dayikê: Sîhan
Navê bav: Hamid
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 19 Çile 2026
Nasnav: Berxwedan
Nav û paşnav: Ednan Muslim
Navê dayikê: Xedîce
Navê bav: Mihyedîn
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Cih û dîroka şehadetê: Meskene, 17 Çile 2026
Nasnav: Xebat Efrîn
Nav û paşnav: Silêman Bîbo
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 17 Cile 2026