QSD’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

QSD’ê nasnameya 2 şervanên di bûyerên cuda de şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku di bûyerên cuda de dema li ser erkên xwe yên leşkerî şehîd bûne, aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şervanê QSD’ê Feysel El Cerbûi li bajarê Dêrikê di qezayeke trafîkê de û Rênas Serhed jî li Dêrikê ji ber krîza dil şehîd bûne.

QSD'ê sersaxî ji malbatên her du şehîdan û ji hemû malbatên şehîdên re xwest û diyar kir ku "fedakariya şehîdên me dê rêya me ya ber bi azadiyê ve ronî bike, heya ku em bigihêjin armancên ku ew ji bo wan şehîd bûne.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Navê Kod: Feysel El Cerbûi
Navê Rast: Feysel Elî El Cerbûi
Navê Dayikê: Firyal
Navê Bav: Elî
Cihê Jidayikbûnê: El Elqana
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik, (Qezaya trafîkê), 25 Cotmeh 2025

Navê Kod: Rênas Serhed
Navê Rast: Hisên Elî
Navê Dayikê: Helîme Hecî
Navê Bav: Ebdulhadî Elî
Cihê Jidayikbûnê: Dêrik – Gundê Giresorê Haso
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik, (Krîza dil), 26 Cotmeha 2025