QSD'ê nasnameya 12 şehîdan eşkere kir
QSD'ê nasnameya 12 şervanên xwe eşkere kir, ku Çileya îsal di êrişên komên ser bi hikumeta demkî de şehîd bûn.
QSD'ê nasnameya 12 şervanên xwe eşkere kir, ku Çileya îsal di êrişên komên ser bi hikumeta demkî de şehîd bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek weşand û nasnameya 12 şervanên xwe eşkere kir ku îsal meha Çileyê şehîd bûn.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Bi hestên serfiraziyê em şehadeta hejmareke şervanên xwe radigihînin. Şervanên me ku ji pêkhateyên cuda yên gelê me ne, di yek xendekê de û li eniyên pêş ên berxwedana li hemberî êrişên komên Şamê de, şehîd bûne. Bi vê yekê wateyên herî mezin ên tevkarî û hevgirtina nîştimanî ya di rêya parastina erd û rûmetê de nîşan dan."
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin "Van şehîdan bi edalebûna doza xwe û mafên tevahî pêkhateyên gelê xwe di jiyaneke azad û birûmet de bawer bûn. Destanên lehengî û fedakariyê raber kirin. Heya dilopa dawîn a xwînê bi îradeyeke ku nayê şikandin, şer kirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em bejna xwe li hember giyanên şehîdên xwe yên leheng ditewînin. Em teqez dikin ku dê xwîna wan a pak vala neçe, lê dê wek sembola çarenûsa hevpar û meşaleya ku rêya têkoşîna hevpar a tevahî pêkhateyan ronî dike, bimîne. Em soz didin gelê xwe ku em ê bi hemû rêbazan rêya şehîdan bişopînin ta hêviyên azadî û jiyaneke birûmet ji gelê xwe re bi cih bînin.”
Nasnav: Omer Taban
Nav û paşnav: Nişet Caban
Navê dayikê: Sebha
Navê bav: Nasir
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Mekmen, 17 Çile 2026
Nasnav: Aram Qamişlo
Nav û paşnav: Mihemed Xelef
Navê dayikê: Xalide
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Çelebiye, 26 Çile 2026
Nasnav: Hezai
Nav û paşnav: Hezai El Mihemed
Navê dayikê: Sureya
Navê bav: Musarai
Cihê jidayikbûnê: Tebqa
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, 17 Çile 2026
Nasnav: Xebat Qamişlo
Nav û paşnav: Qanai Osman
Navê dayikê: Nûhat
Navê bav: Ebdulbarî
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Çelebiyê, 26 Çile 2026
Nasnav: Heqî
Nav û paşnav: Xidir Etiye
Navê dayikê: Saliha
Navê bav: Îd
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 17 Çile 2026
Nasnav: Şivan
Nav û paşnav: Silêman El Mihemed
Navê dayikê: Necah
Navê bav: Ubeyd
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 17 Çile 2026
Nasnav: Agirî
Nav û paşnav: Ehmed El Temir
Navê dayikê: Nûra
Navê bav: Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Sebai Sikûr
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 21 Çile 2026
Nasnav: Hemo Qamişlo
Nav û paşnav: Mihemed Niame
Navê dayikê: Fewziye
Navê bav: Ebdulhadî
Cihê jidayikbûnê: Til Şixêb
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, 26 Çile 2026
Nasnav: Can Polat
Nav û paşnav: Heyder Xelîl
Navê dayikê: Fatima
Navê bav: Tahir
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Heqil El Sewra, 17 Çile 2026
Nasnav: Argeş
Nav û paşnav: Hesen El Cemîl
Navê dayikê: Hebşa
Navê bav: Yasîn
Cihê jidayikbûnê: Dêrazor
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 17 Çile 2026
Nasnav: Rûbar Reqa
Nav û paşnav: Mihemed Casim
Navê dayikê: Necah
Navê bav: Casim
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 18 Çile 2026
*****
Nasnav: Metîn Hesekê
Nav û paşnav: Quteyba El Merbed
Navê dayikê: Qemra
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 18 Çile 2026"