Parastina bajar dewam dike: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin

Xelkê Rojava li dijî gef û êrîşên zêde bûne, li tax û bajarên xwe komên parastinê avakirin û nobetê digrin. Yek ji nobetdarên jin got, “Şoreşa Rojava bi jinê dest pê kir û wê bi têkoşîna wê jî bi ser bikeve.”

Şêniyên Rojava li hember xeterî û gefên heyî kom bi kom parastina tax û bajarên xwe dikin. Şênî bi ruhekî berpirsiyarî û komî tev digerin.

Nobedarek ji bajarê Qamişloyê diayr kir ku ew li dijî gef û guran li kêlek şervanên xwe ne got, "Şoreşa Rojava bi jinê dest pê kir û wê bi têkoşîna wê jî bi ser bikeve. Çawa me çeteyên DAIŞˊê têk bir û ji herêmên xwe derxistin, em ê li her kesê êrîş bike jî wisa bikin."

Di çarçoveya seferberiya giştî de şêniyên tevahî herêmên Rojavayê Kurdistanê li ser pêyan in, bi şev û roj nobedariyê û parastinê li hember gefên heyî dikin.