Nasnameyên 2 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat ragihandin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyên 2 endamên xwe ku di qezayeke trafîkê de şehîd bûn eşkere kir û diyar kir ku ew ê armancên wan ên parastina aramî û ewlehiya gel bidomînin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi xemgîniyeke kûr şehadeta 2 endamên xwe yên Hêzên Operasyonê, ku di dema pêkanîna erkê xwe yê pîroz ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê de şehîd bûn, radigihîne.

Her du heval di dema vegera ji erka xwe ya fermî de, piştî qezayek trafîkê, şehîd bûn. Em di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de piştrast dikin ku rêhevalên van şehîdan dê rêya xwe di parastina aramî û ewlehiya gelê me de bidomînin û dê şopa hemû kesên ku ji bo azadî û ewlehiyê canê xwe feda kirine, bişopînin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nav û paşnav: Medyen Ebûd

Navê bav: Selman

Navê dayikê: Ferîde El-Eswed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Simêhan Şerqî, 1.1. 1998

Cih û dîroka tevlêbûnê: Til Birak, 7.11.2017

Dîroka şehadetê: Sêşem, 4’ê Mijdara 2025’an

Nav û paşnav: Mehmûd Cixêf

Navê bav: Ebid

Navê dayikê: Fatme

Cih û dîroka jidayikbûnê: Quds, 3.3.2001

Cih û dîroka Tevlêbûnê: Til Birak, 1.6.2025

Dîroka şehadetê: Sêşem, 4’ê Mijdara 2025’an

Em sersaxiyê ji malbat û hevalên şehîdan re dixwazin, û diyar dikin ku fedakariyên wan dê ji bo keç û xortên gelê me ber bi pêşerojek ewletir û aramtir ve bibin ronahiyek."