Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê rewşa ewlehiyê nirxand
Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bi armanca nirxandina rewşa ewlehiya herêmê û tedbîrên ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bên girtin, civînek lidar xist.
Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bi armanca nirxandina rewşa ewlehiya herêmê û tedbîrên ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bên girtin, civînek lidar xist.
Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê civîneke berfireh lidar xist. Fermandarên tûgayan, meclîsên leşkerî û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) tevlî civînê bûn.
Di civînê de, beşdaran rewşa ewlehiyê ya heyî û mekanîzmayên pêşxistina amadekariya leşkerî nirxandin. Her wiha beşdaran awayên xurtkirina hevkariya di navbera meclîsên leşkerî û yekîneyên şer de gotûbêj kir. Di civînê de awayên pêşîgirtina tevgera çeteyên DAÎŞ’ê û baştirkirina rewşa ewlehiyê jî hatin nirxandin.
Beşdaran biryar da ku ji bo pêşxistina şervan û fermandarên leşkerî bernameyên perwerdeyê yên pêşketî werin pêkanîn.
Di dawiya civînê de, Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê diyar kir ku armanca wan a sereke şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û parastina ewlehî û aramiya Dêrazorê ye.