Li Tirbespiyê meşa ‘Em hemû YPJ ne’
Li Tirbespiyê bi pêşengiya Kongra Star meşa ‘Em hemû YPJ ne’ hate lidarxistin.
Li Tirbespiyê bi pêşengiya Kongra Star meşa ‘Em hemû YPJ ne’ hate lidarxistin.
Di çarçoveya kampanyaya "Em hemû YPJ ne" û "YPJ hebûna me ye" de ku 26'ê Nîsanê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Rojava ve hate destpêkirin, Kongra Star meşeke girseyî li bajarê Tirbespiyê li dar xist.
Meşê bi beşdariya girseyeke mezin a jinên ji pêkhateyên bajar ji pêşiya avahiya Kongra Star dest pê kir. Di meşê de alên YPJ'ê hatin vekirin û dirûşmên silavkirina berxwedana wê hatin berzkirin.
Meş li pêşiya avahiya Meclisa Bajêr sekinî. Li wir endama Kongra Star Xaliya Ehmed axivî û anî ziman ku jinên ji Tirbespiyê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo piştgiriya YPJ'ê daketine qadan û ev li gotinên xwe zêde kir: "YPJ bi destpêka şoreşa Sûriyeyê re ava bû. Di salên borî de li ser astên leşkerî, civakî û rêxistinî de destkeftiyên mezin bi dest xistine. YPJ'ê ji bo parastina jinan û mafên wan destkeftiyên mezin bi dest xistine."
Xaliyayê diyar kir ku ezmûna jinan a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bûye nimuneyek dikare li ser asta Sûriyeyê sûd jê were girtin, lewra divê destkeftiyên wê werin parastin û rola jinan di avakirina siberoja demokratîk a Sûriyeyê were parastin.
Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina YPJ'ê bi dawî bû.