Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’
BI DÎMEN

Li Til Temirê droneke bombebarkirî hat xistin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê droneke bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker xistin xwarê û bêbandor kirin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ku girêdayî kantona Cizîrê ye, droneke bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker li eniyên şer ên Til Temirê xist xwarê.

Hate ragihandin ku dron bi nizmî li ser herêmê digeriya û beriya tu nuqteyan hedef bigire, ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ve hat xistin.