Li Rojava gel seferberiyê bi fedakarî didomîne

Ji dema Rêveberiya Xweser seferberiya giştî ji bo parastinê ragihandiye ve, şêniyên Rojava herêmên xwe bi şev û roj diparêzin.

Ji dema Rêveberiya Xweser seferberiya giştî ragihandiye ve, şêniyên Rojava bi biçûk û mezinên xwe di çarçoveya parastina bajar, ewlehî û aramiya wan de nobedariya herêmn xwe dikin.

Nobedar diyar dikin ev gav ji hestên berpirsiyariya neteweyî û vîna gel a parastina bajarên xwe ku bi saya fedakariyên keç û xortên xwe rizgar kirine, tê.

Li taxan bi şev û roj li gel atmosfêreke hevgirtina civakî nobedarî bi rêxistinkirî ye. Şênî ji bo parastina bajar û taxan tim şiyar in.

Ev gav nîşaneya zelal e ku civak ji bo parastina xwe amade ye û dev ji destkeftiyên xwe bernade.