Şer li Reqayê qewimî: Endamekî hikumeta demkî mir
Li Reqayê di navbera komeke çekdar û hêzên hikumeta demkî ya Şamê de şer qewimî. Li gorî agahiyan, endamekî hikumeta demkî ya Şamê mir, yek jî birîndar bû.
Li Reqayê di navbera komeke çekdar û hêzên hikumeta demkî ya Şamê de şer qewimî. Li gorî agahiyan, endamekî hikumeta demkî ya Şamê mir, yek jî birîndar bû.
Li gorî ajansa ANHA'yê li taxa Şueyb a bajarê Reqayê di navbera çekdarên ser bi hikumta demkî ve û komeke çekdar de pevçûn derket.
Di encamê de çekdarekî hikumeta demkî hat kuştin û birîndar jî hene. Sedema pevçûnê û koma çekdar nehatin naskirin. Piştî êrişê li bajar alozî derket.