Li Reqayê ji ber barana dijwar 4 zarok jiyana xwe ji dest dan
Li gundê El Bû Hemdan ê Rojhilatê Reqayê ji ber bahoz û barana dijwar banê xaniyekî bi ser malbatekê hilweşiya û di encamê de 4 zarok jiyana xwe ji dest dan.
Li gundê El Bû Hemdan ê Rojhilatê Reqayê ji ber bahoz û barana dijwar banê xaniyekî bi ser malbatekê hilweşiya û di encamê de 4 zarok jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku li gundê El Bû Hemdan ê rojhilatê Reqayê ji ber bahoz û baranê ya ku berbanga îro li herêmê rabûye, banê xaniyekî hilweşiya.
SOHR'ê diyar kir ku di encama hilweşîna banê xanî de ji malbatekê 4 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Her wiha li gorî ajansa nûçeyan a Sana, şeva Şemiyê li Şamê jî baraneke dijwar, bahoz û zîpik bariye. Ev rewş bû sedema kombûna avê li ser hin rê û tunelan û hilweşîna du dîwarên şikestî li bajarê kevn ê Şamê.