Li Qamişloyê nexweşxaneyeke din jî hate vekirin

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê li Qamişloyê nexweşxaneyeke din a gel vekir. Nexweşxane dê piraniya xizmetên xwe bê pere pêşkêş bike.

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê, Nexweşxaneya Gel ku berê wek Nexweşxaneya Neteweyî dihat nasîn, piştî nûjenkirin û sererastkirinê, vekir. Nûnerên Rêveberiya Xweser, meclis û saziyên kantonê, Meclisa Rûspiyan, bijîşk û nûnerên civakên cuda yên li Qamişloyê di merasîma vekirinê de amade bûn.

Nexweşxane dê xizmetên xwe bê pere pêşkêş bike û ji 12 beşan pêk tê; nexweşiyên hundirîn, lênihêrîna awarte, şewat, nexweşiyên hestiyan, gurçikan, guh, neştergerî, nexweşiyên jinan û zayînê, beşa alîkariya lezgîn, laboratuar û radyolojî. Her wiha 10 klînîk li nexweşxaneyê hene.

Nexweşxane hatiye nûjenkirin û ekîbeke bijîşkî ya pispor ku ji 60 bijîşkên pispor û 60 bijîşkên giştî pêk tê, hatiye erkdarkirin. Desteya Tenduristiyê her wiha 250 karmendên hemşîretî û îdarî ji nexweşxaneyê re erkdar kirine.

Li nexweşxane 220 text, 5 ambulans û dermanxaneyek jî hene.

Hemû xizmetên li nexweşxaneyê dê bê pere bên dayîn, ji bilî tomografî (CT) û MR ku dê bi buhayekî erzan bên pêkanîn.

Di merasîma vekirina nexweşxaneyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê Hesen Şero axivî û diyar kir ku Rêveberiya Xweser bê westan ji bo xizmeta gelê ku ji bo azadî û rûmetê qurbaniyên mezin dane, dixetibe.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mihemed Cemîl diyar kir ku tiştên îro hatine bidestxistin berhema fedakariyên şehîdan in û got: "Bi saya xwîna şehîdan, em gihaştine vê qonaxê ku me karî sazî, meclis û rêxistinên xwe ava bikin."

Rêveberê giştî yê nexweşxaneyê Dr. Ciwan Hemê jî axivî û spasiya kesên ku beşdarî vekirina nexweşxaneyê bûye kir û soz da ku ew ê layiqî fedakariyên şehîdan bin û bi fedakariyeke mezin xizmeta gel bikin.

Piştî axaftinan, nexweşxane ji aliyê malbatên şehîdan ve hat vekirin.