BI DÎMEN

Li Qamişloyê ji bo bîranîna Yekta Herekol şanoyek hat pêşkêşkirin

Komîna Şano ya Rojava bi boneya Roja Şano ya Cîhanî û 22ˊyemîn salvegera şehadeta şanoger Yekta Herekol li bajarê Qamişloyê şano pêşkêş kirin.

Bi boneya Roja Şano ya Cîhanî û 22ˊyemîn salvegera şehadeta şanoger şehîd Yekta Herekol Komîna Şano ya Rojava li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê şano pêşkêş kirin.

Di çalakiyê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, hezkiriyên hunerê û ciwan amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevserokê TEV-ÇANDˊê Xelîl Tehlo axivî û got: "Îro Roja Şano ya Cîhanî û roja şehadeta şanoger Yekta Herekol e ku ji bo hebûna gelê xwe bi cîhanê tevahî bide nasîn, derketina li dijî neheqiyê agir berda canê xwe. Heya ku em bikarin em ê xeta şehîdên xwe ku jiyaneke azad dixwestin pêk bînin. "

Ekîn Ronî ku di komîna Şanoyê ya Rojava de cih digre di destpêka axaftina xwe de qala giringiya rojê û keseyata şoreşger u şanoger Şehîd Yekta Herekol kir: “İro roja cîhanê ya şanoyê ye her wiha ji bo gelê Kurd jî rojekê girînge. Şehîd Yekta Herekol bedena xwe de ber agir. Protesto li hember rejîma Suriyê kiribu. Ji ber ku wan rojan 12 Adarê uûroja Newrozê gelek êrîş li ser gele Kurd çêbû. Heval yekta wek hûnermendekî bi wî hestiyarî rejîma Suriyê protesto kir. Her wiha li ser Serokatî jî tecrîtekî giran hebû. Heval Yekta nameyek jî hişt. Di vê nameyê de ji bo hûnermendan bangawazî dike, li hemberî berpisiyartî û kar xebatên hûnerê ronakbûna gel gelek tiştan diyar dike. Heval Yekta beriya çalakiya xwe li Helebê bi pereyê di berîka xwe de şekir dikire, ji bo zarokên Helebê belav dike û piştre çalakiya xwe fedaî li meydana Helebê dike.”

Piştî axaftinê koma Şano ya Çiya şanoya bi navê " Yekta" pêşkêş kir. Di şanoyê de berxwedana şehîd Yekta, jiyan û rêwîtiya wî hatin nîşandan.

Piştre şanoyên bi navên "Mama Tonî( Yadê Tonî), Pendname, Tola Kezî, Êş û Hêvî" hatin pêşkêşkirin.

Dê 29'ê Adarê jî şano li bajarê Hesekê were pêşkêşkirin.

Roja Şano ya Cîhanî di 27ˊê Adara 1961'an de ji hêla Enstîtuya Şanoya Navneteweyî ve, ku girêdayî UNESCOˊyê ye hat ragihandin. Ev roj bi armanca balkişandina ser girîngiya şanoyê wekî amûrek ji bo derbirîna çandî û pêşvebirina diyalogê di navbera gelan de hate destpêkirin. Ev bûyer bi pêşandanên şanoyê û çalakiyên çandî li çaraliyê cîhanê tê pîrozkirin.